Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daketina Hatinîya Neteweyî ya Nesafî ya Swêdê rekorê dişkîn e.

Hat weşandin måndag 2 mars 2009 kl 11.45
Daketina Hatinîya Neteweyî ya Nesafî ya Swêdê rekorê dişkîn e.

Hatinîya Neteweyî ya Nesafî ya Swêdê, ya bi swêdî ji wê re dibêjin BNP, daket bi 4,9 ji sedî di sêmehên dawî de ji sala par danberhev bi sêmehên dawî ji sala 2007, ev hejmar li gor SCB, Statistiska centralbyrån, Buroya Îstatîstîkê ya Navendî ye.

Eger em li sala 2008 bi temamî binerin Hatinîya Neteweyî ya Nesafî daket bi 0,2 ji sedî. Ev cara yekem e ku Hatinîya Neteweyî ya Nesafî dadikeve ser bingehê salê ji dema pîvandin destpê kiriye.

Daketina ser bingehê salê ya yekem e ji dema Buroya Îstatîstîkê ya Navendî dest bi pîvandinên sêmehiyan kiriye ji sala 1994 de. Ne carekê ji wê demê de mezinbûn daketiye bin sifirê re ser bingehê salê.  

Mesrefên malan kêmbûn bi 3,3 ji sedî di sêmehiya çarem de. Firotina derveyê welat kêm bû bi 7,2 ji sedî û kirîna bo hundirê welat kêm bû bi 5,4 ji sedî.

Şefê aboriyê li banka SEB, Robert Bergqvist, dixwaze bêje ku rewşa aborî ya swêdî bi endîşeye:

- Ev li gor ew ya em dibînin di statîstîkên din de û di axaftinên me de bi şirketan re, ku Swêd sekiniye û biçûk dibe nuha. Ev yeka jî diyar dike ku Swêd wekî gelek welatên din di rewşeke aborî ya xirab de ye û çaren pêwîstin bo ku rewşa aborî ya swêdê bizîvirînin.

Şefê aboriyê li banka SEB, Robert Bergqvist, bawer dike ku rewşa bêkariyê li Swêdê  bandora xwe bi xurtî dike ser serfkirina malan û hizrên wan ku pera deynin ser hev bo pêşerojeke ne diyarkirî:

- Neewleyî ya ku peyda dibe nuha derbarê pêşeroja bazara kar, dihêle ku malbat van pera bikar neînin û serif nakin. Ew dê bêhtir pera deynin ser hev. Ev nîşanek e di dema me de ku hilanîna peran bêhtir dibe.

Serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt ji TT re dibêje:

- Ev hejmareke bi tasîr e. Ez bawer dikim ku em bi rêve nin bo qonaxeke cidî ya duemîn û ya ku dihêle dilê me bimîne ser welatên bi aboriyên ne bihêz li rojhilatê ewrûpayê de.

- Em hîn bibûn bêjin ku aboriya me tên birêvebirin bi firotina derveyê welat, nuha em aliyekî din ji wê dibînin, daketineke global ya xwedan bandor ser firotina swêdî bo derveyê welat.

Serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt ji  TT, Buroya Rojnameyan ya Nûçeyan re ragihand.

Danberhev bi sêmehiya sêem de di 2008 de, Hatinîya Neteweyî ya Nesafî daket di sêmehiya çarem de bi 2,4 ji sedî. SCB dinivîsîne di rapora xwe de ku ev kêmbûneke gelekî bihêz e ji aliyê  tebeqeyên sermayerazandinê yên bihêz ku bandor kirin ser daketina negatîv yên guhertinên Hatinîya Neteweyî ya Nesafî.

Ji bilî wê jî mesrefkirinên kêm ji aliyê malan ve bandor kiriye ser rewşê û her weha firotinên Swêdê bo derveyê welat halîkar bû bi van encamên hejmarên negatîv.

Wezîrê aborî yê Swêdê, Anders Borg ecêbmayî nemayî ji ber rewsa aborî ya swêdê ya xirab, dema aboriya cîhanî bi awayekî giştî ketiye bin bandoreke xurt de.

Û ew vekiriye ji wê re ku perê bêhtir bigihên belediyên Swêdê:

- Em nuha di zivistaneke sar tarî û dirêj de nin û em bi vê yekê baş zanin ji berê de. Nuha divë em bi berpirsiyariyê rabin û karê giştî berdewam be di awayekî rêkûpêk û em jî hişiyar bin dema em siyaseta aborî birêve dibin.

- Tiştê em karin eşkere bêjin ew e ku bo pêşniyaza hukûmî ya buharê de em dibînin ku perê bêhtir bên danîn ser wekî mînak bo sektora belediyan. Em dibînin ku pêwîste em pera deynin ser bo ku kes ji karên belediyan neyên avêtin. Ev kareke divê em lêhûrbinerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".