Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Baweriya hilbijêran gelekî kêm bûye bo Mona Sahlin.

Hat weşandin måndag 2 mars 2009 kl 16.23

Baweriya kêm rekora dişkîne. Di heman dem de baweriya bo serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ji partiya moderatan,  bi xurtî ber bi jor de diçe. Ev agahdarî li gor lêkolînên raya giştî ya Synovate çêkir di rojnameya Dagens Nyheter de.

Ibrahim Baylan, sekreterê nû yê partiya socialdemokratan derbarê sedemên wendakirina gelek ji dengên hilbijêr wisa got:

- Sedema bingehîn rewşa aborî ye ya em tê de derbas dibin nuha, dema xelk ser karê xwe ditirsin bêguman të ku milet berê xwe didin hukûmetê bo peydebûna çarakê û eger wisa nebe, hêviyên milet dişkin.

Li gor Baylan, ev rewş ne tenê li Swêdê tên dîtin, lê li welatên din jî heye:

- Ta ji me tê em kar dikin bo ku ev krîsa aborî bên zîvrandin, û kar peyda bikin bo milet. Lê ev yeka deng jê re nehat û bêhtirînê birjua yên ser hukimê nin nuha dixwazin rûniştî li hêviyê bin, belkî ji ber xwe ve kar bi rêve here û rewş baş bibe. Bi dîtina min gelekî giring e mirov karekî baş bike di vê rewşê de û baweriya milet qezenc bike careke din.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".