Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaîdeyên mezinan dihêle zarokên dibistanan bên aciz kirin.

Hat weşandin måndag 2 mars 2009 kl 16.25

Qaîdeyên mezinan bingehên cudatîkirina, acizkirin û biçûk xistina zarokan çê dike di dibistanan de. Ev li gor du raporên hatinin çêkirin ji aliyê saziya dibistanan ve, Skolverket.

Birêvebirê giştî yê saziya dibistanan Per Tullberg, dibêje ku encamên van du raporan rewşeke dibistanan ya cidî û tirsnak nîşan dide:

- Ew şagirtên lawaz, ew in yên dikevin rewşên bi vî awayî de û tahde li wan tên kirin ji aliyê hevalên wan yên di dibistanê de û ev yeka nayên qebûl kirin.

Hîna hizrên nijadperestî û rasîstî peyda dibin. Li mirov nayên nerîn wekî kes, ew karê mirov dike nayên jimartin. Lê bê mirov li ku deverê ji daîk bûye û bingehê mirov çiye.

Saziya dibistanan neriye bê li ku deverê, çawa û çima xwendevan tên aciz kirin. Bersiv ev bûn: Ew tên aciz kirin pistî dema xwendinê, di korîdor û navderkan de dema xwendevan oda sefê diguherin, li hewşa dibistanê, di cihê xwarinê de û di odeya cil guhertinê dema werzeşê dikin. Di deverên veşartî de dema kesekî mezin li dora wan tunebin.

Saziya dibistanan, Skolverket dixwaze hukûmet bêhtir giraniyê deyne ser agahdariya bêhtir bo dibistanan, ku qanûn bi hesanîtir bên têgihiştin û dest bi perspektîvên rexnedarên qaîdeyan bikin di armancên diplomên perwerdeyên mamostetiyê de. Thullberg dixwaze bêje ku her kesekî gihiştî xwedan berpirsiyariyê ye:

- Ev qaîde ne zarok rûdinên û wan çêdikin, ev qaîde henin di peywendiya li gel civaka mezinan de. Per Thullberg dibêje ku kengî nîşan dana van qaîdeyan neqanûnî dibin, wê demê em dibin xwediyên karekî serketî yê qîmeta bingehîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".