Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Vision Järva 2030" geheştiye dawî.

Hat weşandin torsdag 5 mars 2009 kl 15.51

Encamên nirxandinên guherînên herêma Järvafältet, ya navê ”Vision Järva 2030” hatiyê lê kirin, geheştiye dawî. Lê diyare herkes ne kêfxweşe, herçend wêneyê têne danîn ser herêmê di malpera bajarê Stockholmê de gelekî ciwan û balkêş e.

Dengên rexnedar dibêjin ku ta nuha bajarê Stockholmê bêhtir giranî daniye ser plankirina bajar bixwe û pirsên giring yên din danîn aliyekî, wekî pirên girêdayê peydakirina kar, karê şirketan û warê perwerdeyê.

Yek ji kesên rexnedar Awad Hersi ye, yê ku di vê herêrmê de dijî, ew bi xwe kar dike wekî birêvebirê koma partiya jîngehê di komisiyona beşbajêrê Spånga-Tensta de.

- Em bi tu awayî naxwazin ku vê herêmê bêhtir bi hêz bikin, eger pêşniyazên berçav û diyar kirî pêşkêş nekin bo bihêz kirina warê kar, şirketan û warê perwerdeyê. Ez bawer nakim ku wê ev kara birêve here.

We guhdariya nûnerê partiya jîngehê kir.

Bilind kirina Järva, navê hatiye nasîn bo projeya berfireh û demdirêj ya bajarê Stockholmê bo başkirina herêmên hawîrdora Järvafältet de li bakûrê rojavayê Stockholmê, li Akalla, Hjulsta, Husby, Kista, Rinkeby û Tensta yê.

Encamên nirxandina vê projeya demdirêj bo guherandina herêma Järvafältet, ya bi navê ”Vision Järva 2030”  nuha geheştiye dawî.

Ev yeka şîroveyeke mezin li darxistiye, ji ber ku ev herêma bi xwe bandoreke gelekî bihêz lê bûye ji aliyê bêkariyê de, cudakirina etnîkî û nerazîbûneke mezin ku tirs û taswasî çêkiriye ba kesên di vê herême de dijîn û hem jî siyasetmedar.

Lê Joakim Larsson, endamê birêvebirina beledîyeya Stockholmê di herêmên derveyê bajêr de, ji partiya moderatan, dibîne ku nerazîbûna peyda dibe di herêmê de bingehê wê di danana planên ne bi rêkûpêk e de. Lê ev yeka hatiye çareser kirin nuha û mercên din peyda dibin. Joakim Larsson ji beşê navneteweyî re yê radioya Swêdê ”ev herêma bi pêwîstiya hesta bajarî ye”.

- Mirov bi pêwîstiya jiyana navbajêre, wekî dukanan, mirovên tevgeriyê dikin di herêmê de di dema rojê de. Bela ne tenê wisa be ku mirov tenê li vê derê radizê û dijî. Em divê kar bikin bo ku bêhtir xanî ava bibin di vê herêmê de, cihên kar yên pirtir, bêhtir cih bo dukanan û tiştên din, ev hemû bo ku mirov hest bike bi jiyana bajarî.

Lê ev aramnc nûnerê ji partiya jîngehê, Awad Hersi qani nake, yê dibîne ku siyasetmedarên kar dikin di Stadshuset de çavên xwe digirin, dema astengiyên civakî dibînin di vê herêmê de.

Astengiyeke din ku ser wê nayên behs kirin, bilindbûna kiriyên xaniya ye. Nimûneyên henin di herêma Järvafältet de, şirketên xaniyan piştî başkirina xaniyan,  kiriyên xwe bi 50 ji sedî bilindtir kirinin. Anwar hersi careke din:

- Miorv kare xaniyên gelekî xweşik ava bike, lê eger pirs ji kesên di wan de dijîn neyên kirin bê ew bi çi awayî dixwazin, ev kare tucarî baş nabe.

Tiştekî din ku gelek kesan nearam dike, bilind kirina kiriyên xaniyan e. Tu carî diyar nekeiin beriya demê bë bi çi qasï wê kiriyan bilind bikin piştî başkirina xaniyan.

Şirketên din yên xaniyên xwe baştir kirinin bi 50 ji sedî kiriyên xaniyên xwe bilindtir kirinin, mirov kare bêje ku kirê wê wiqasî bilind bibin ku kesên îro di vê herêmê de dijîn dê nikaribin êdî li vê de bijîn. Ev ne ew pêşketina me dixwest em bibînin .

Awad Hersi ji partiya jîngehê û yê bixwe di herêma Järva de dijî

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".