Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Malmö bûye du beş ji ber Davis Cup.

Hat weşandin fredag 6 mars 2009 kl 15.51
Dixwazin matçê rawestînin.

Matça Swêdê bi Israîlê re di Davis Cup de di dawiya vê hefteyê de, bajarê Malmö yê kiriye du beş. Beşek yên dixwazin Swêdê vê matçê bojkot bike ji ber rola îsraîlê lîst dijî Gazayê  di heyva yekê de û beşê din yên li werzeşê dinerin weke warekî biserê xwe û ne têkel li gel siyasetê.

Rêxistina binavê ”Stoppa matchen”, matçê rawestînin, daxwaza îzna meşekê kirinin û ji wan re jî derket ku meşa xwe birêve bibin li derveyê baltiska hallen li Malmö yê, devera matç dê bên lîstin roja şemiyê.

Polîs nuha ketinin tirsê de ku nêzîka 10 000 kes dê beşdarî xwepêşandanê bibin û siyasetmedarên bajarê Malmö yê, naxwazin ne zarok û ne jî şagirdên dibistanan nakokî û şerê ser cadeyan bibînin navbera kesên beşdarî xwepêşandanê dibin û karmendên polîsan.

Ilmar Reepalu endamê birêvebirina belediyê ye li Malmö û ew gelekî nearam e derbarê dawiya hefteyê û Davis Cup.

-  Ez gelekî nearamim ku ev yeka bibe nakokî û gelek xirabî li dar kevin û zererê li mirovan bike.

Bi dîtina min divê ev matça bên lîstin, eger wezareta karûbarên derve biriyarê nedin ku Swêd li gel dewletên din bi awayekî xwepêşangehekê saz bikin. Lê ta nuha biriyareke wisa nehatiye sitandin.

Ilmar Reepalu endamê birêvebirina belediyê ye li Malmö yê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".