Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya gel dixwazin qanûnekê deynin bo kesê aciziyê dikin di dibistanê de.

Hat weşandin fredag 6 mars 2009 kl 16.03

Partiya gel, Folkpartiet dixwazin ku ew şagirtên karê aciziyê dikin li dibistanê hember şagirtên din di demeke dirêj dê karibin bêne gilî kirin li wan ba polîsan. Herçend temênê gelek ji wan jî jêr 15 saliyê de bin.

Hizra vê pêşniyarê ew e ku qanûneke aramiya dibistanan, her wekû qanûna aramiya jinan jêbê ku dibistan karibin giliyê ba polîsan bikin.

Ev pêşniyara nuha heye di raporekê de ya koma partiya gel ya kar dike derbarê siyaseta dibistanan nuha amade dike. Parlamenter Christer Nylander serokê vê komê ye, ji vê pêşniyarê bi bawer e.

- Ez bawer dikim bi vê qanûna dê mesela aciz kirinê li dibistanan bi awayekî cidîtir bên lê nerîn, ew tewankariyên dibin li dibistanan divê bên gilî kirin her wekî gilî tên kirin eger tewankariyê bibe li deverên din di civakê de.

We guhdariya Christer Nylander kir, serokê koma siyaseta dibistan.

Wezîrê dibistanan , Jan Björklund di rêya sekreterê çapemeniya xwe de ragihand ku ew vê pêşniyarê baş dibîne, lê dixwaze her dîsan jî ser re here û baş ser bixwîne. Rêxistina Friends, ya kar dike dijî karê aciz kirinê di dibistanan de nabîne ku ev pêşniyara dê cudabûnekê bike li gel qanûnên din yên nuha henin û kar dikin dijî aciz kirinê.

Ji bilî vê yekê, alav, perwerdiya bêhtir û perên bêhtir pêwîstin bo karê dijî aciz kirinê di dibistanan de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".