Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştî 20 salan em te di adarê de şiyar dikin.

Hat weşandin måndag 9 mars 2009 kl 16.29
Hunermend Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo di sala 1948 de li gundê Xecokê li Qamişlo ji dayik bû, di malbateke cotkar de zaroktiya xwe buhurand, di sala 1964 de bar kir Qamişlo bo berdewamiya xwendina xwe. Ev dem bû ya bû destpêka çîroka evîna wî ya bêsînor ji muzîkê re.

Lê armanca berdewamiya xwendinê bi neçarî û hejariya rewşa malbatê re wenda bû, û Mihemed Şêxo gerek bû alîkariya malbatê bike bi çandin û avdana pembo.

Lê diyar bû ku bi demê re ew evîna şêrîn xurtir bibû di hundurê dilê wî de û êdî nedixwest jê dûr bikeve, ji ber wê bar kir Beirûtê di 1969 de bo hunerê xwe bipêş ve bibe. Li Libnanê sê sal derbas kirin, demeke tê de cihekî xwe çêkir û deng bi navê xwe xist wekî hunermend. Her di vê demê de fêrî muzîkê bû bi awayekî berfireh û bû endamê yekîtiya hunermendên Libnanê.

Careke din vegeriya hêlîna xwe Kurdistanê, vê carê kar kir di şirketeke petrolê, lê nakokiyên wî bi hukûmetê re dest pêkirin, ji ber neqebûl kirina wî ku sitrana bêje di şahiya dewlata Sûriya yê de. Ji ber vê yekê jî karê wî ji dest çû. Her di wê demê de xwe gihand radioya kurdî li Baxda yê û çend sitran tomar kir.

Salên pêştî wî jî di telefîziyona Kerkûkê de jî çend ji sitranên xwe tomar kirin, li wê de rê li ber wî vebû ku gelek ji hunermend û helbestvanên navdar yên wê demê nas bike, wekî Tehsîn Taha, Gulbihar, Beşar Zaxoyî, Sebrî Botanî, Xelef Zêbarî û helbestvanên din.

Di sala 1974 de hukûmeta Sûriyê jiyana Mihemed Şêxo bi zehmet kir û ew ji neçariyê reviya başûrê Kurdistanê û tevlî şoreşê bû , piştî têkçûna şoreşê 1975 de, Mihemed şêxo û hevalên wî penaber bûn li Iranê. Penaberiyeke dirêj kir ta 1983, dema ew bi coş û kefxweşiyeke mezin vegeriya bajarê xwe û mala xwe li Qamişlo. Lê dema wî li Îranê û salên li wê derê derbas kir ne tenê wekî penaber bû, wî hewil de ku xibretên xwe bikar bîne û hêviyên xwe wenda neke, bi taybetî ji aliyê muzîkê de û welatparêziyê de.

Wî wekî mamostê muzîkê û zimanê erebî kar dikir û xwe jî fêrî farisî kir û karê wergerandina pirtûkên ji zimanê erebî bo farsî kir.

Mihemed Şêxo dilê xwe vekir ji keçekê re li gundê Kawûs û wê hilbijart wekî hevala jiyana xwe di sala 1977 de. Di wê demê de helbestvan Mistefa Etrûşî naskir û hevkariyeke hêja navbera wan de çêbû, serancamên wê bû gelek sitranên bêdem, Cana şêrîn, Tu yî buhuşta rengîn û sitranên din.

Hunermend Mihemed Şêxo, bavê Felek, li gel malbatê dest bi jiyaneke nû kirin li Qamişlo, û her dest ji karê xwe yê hunerî berneda, gelek sitran saz kirin û xweştirîn helbestên kurdî hilbijart bo saz û dengê xwe ji gelek helbestvanan, wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bedir Xan Sindî, Sebrî Botanî, Kemal Şanbaz, M. Emînê Namî, Mihemed Elî Şakir, Omerê Lelê, Bê buhar, Yousif Berazî û gelek hunermendên din.

Jiyana xwe berdewam kir, lê her dihate binçavkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê de. Û her hukûmet dest ji bizehmet kirina jiyana wî û karî wî yê hunerî bernedida. Hunermend Mihemed Şêxo nêzîkî 120 sitranan saz kir û du sitran, ”Di zindanê de” û ”Rabe Gulîstan” bi xwe nivîsand.

Di sala 1989 de di destpêka heyva adarê de nexweşket, sê rojan di nexweşxaneyê de derbas kir, û piştî anîn malê di rojekê wekî îro de, 9 ê avdarê saet çarê sibê ji jiyanê koç kir. Bo Bavê Felek, bi hezaran kurd, hezkiriyên muzîk û hunerê wî li goristana Hilêliyê li bajarê Qamişlo civiyan bo xatir ji hunermendê xwe û serbilindahiyê bajarê xwe bixwazin.

Hunermend Mihemed Şêxo, dixwaz e em wî şiyar bikin di hemî adaran de bo bike şînî bo me hemiyan. Ev e daxwaza bavê Felek, lê bo gelek hezkiriyên muzîk û hunerê wî îro piştî bîst salan û di gelek salên li pêşiya me de dê herdem şiyar be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".