Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gerek zarok ne deyindarê seredanên tenduristiyê bin.

Hat weşandin onsdag 11 mars 2009 kl 11.28
Seredanên tenduristiyê bi pere nin.

Nûnerzarokan, Barnombudsmannen, Bo û saziya karmendên îcrayê ya giştî, dixwazin ku hukûmet guherandinekê çêbike di qanûnê de da ku zarok nekevin bin deyinan de dema perê hesabên wan yên tenduristiyê nayin dan di wext de.

Deyin ser zarokan çêdibin ji ber ku heqê seredanên wan yên tendiuristiyê, eger seredanên doktora bin, doktorên diranan yan jî seredanên navendên tenduristiyê bin, neyin dan ji aliyê dê û bavan de. Bi taybetî dema wextê seredanê ji dest xwe bibin.

Ev yeka hatiye diyar kirin nuha di pirsnameyekê de ya nûnerê zarokan çêkir bi hevkarî li gel saziya karmendên îcrayê ya giştî, Kronofogden, di herêmên cuda de û di meclisê wîlayetan de.

Ji ber vê yekê nûnerê zarokan û saziya karmendên îcrayê ya giştî nuha ji hukûmetê re dinivîsînin bi daxwaza guherandinên qanûnî derbarê vê yekê, ji bo ku serpiriştê zarokan, weliyê wan yên berpirsiyariya deyinan rabikin û ne zarok bi xwe.

Derbarê vê yekê Fredrik Malm, ji aliyê nûnerê zarokan, dibîne ku qanûn gerek bên guhertin:

- Em dibînin ku qanûna tenduristiyê û qanûna tenduristiya diranan pêwîste bên guhertin. Divê baş diyar be ku ev hesab bo kesê berpirsê zarokê be.

Ew perên divên bên dan ji ber zarok neçûnin dema ji wan re hatiye veqetandin, gerek bên sipardina serpiriştê zarokan û ne zarokên şeş yan heft salî.

Bo zarokan bi xwe bê pereye berê xwe bidin tenduristiyê, çi ya giştî be yan ya diranan be. Lê eger ew zaroka neçe dema ji wê re hatiye danîn divê perê wê seredana neçûyê de bide, îro roj 12 000 zarok deyindarê mecilisê wîlayetan nin û herêman.

Gelek ji wan mercên cuda ser wan hatinin danîn. Dema saziya çavdêriya agahiyên ser mirovan, Datainspektionen lêkolînek çêkir di vê payîzê de ser deyinên van zarokan, derket ku nuha 63 000 karên deyinan yên nuha li darin hember zarokên temen biçûk peyda dibin.

13 ji hemû herêm û mecilisên wîlayetan zarokan dixin bin deynan de, hindek ji wan deyinan ra dikin ser zarokan dema dibin 18 salî, lê şeş mecilisên wîlayetan dihëlên ku mercê dana deyinan bimîne piştî dibin 18 salî jî.

Ev yeka kare konsekvensen zehmet bi xwe re bîne, li gor Eva Liedström Adler ji saziya karmendên îcrayê ya giştî.

- Dikare zehmet be bo wan zarokan bidûde xaniyekî kirê bikin. Belkî jî ew kesa jê re dernekeve ku bibe xwedan aboneyeke telefonên mobîl. Di dema daxwaz wan bo karekî yan cihekî praktîkê, wê demê xwedan kar kare kontrol bike eger ev kesa deyindar e yan na. Wê demê pirsên tên bala xwedanê kar, gelo ev kesa kare kar bike bi pera re, xwedanê kar kare aram be yan na.

Çar mecilisên wîlayetan mercën dana deyinan dispêrên berpirsên zarokan bixwe. Ji wan yên daxwaz pera dikin ji zarokan bixwe mecilisê wîlayeta Halland e, Mats Eriksson berpirsê komîteya birêvebire li wê deverê û ew mercên dana deyinan diparêz e.

- Şaşiya yekem ew e ku mirov neçûye dema seredana tenduristiyê, û şaşiya duem ew e  ku perê wê jî nedanin. Ji ber vê yekê deyin çêdibin. Em nikarin bi giştî deynan rabikin, wê demê êdî kes nema deynan didin. Em dibînin ku bêhtir durist e eger serperiştê zarokan van deyinan bidin, lê ev yeka bi pêwîstiya guhertineke qanûnî ye.

Mats Eriksson berpirsê komîteya birêvebir ya mecilisê wîlayeta Hallandê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".