Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nuha eşkere bûye ku EIB deyna dê bide Volvo û Scania.

Hat weşandin torsdag 12 mars 2009 kl 11.32

Nuha mirov kare bêje ku êdî eşkere ye ku banka ewrûpî ya sermayerazandinê, Europeiska Investeringsbanken, EIB, dê di roja pêncşemê de pera bi deyin bide, dora 1 miljar euro, sazkerên swêdî yên çêkirina seyran.

Bo Volvo ya kamiyonan û Scania dê deynên wan dora 400 miljyon euro bin her yek ji wan. Ji bilî wê jî dê Volvo ya siyaran wekî gaveke yekem 200 miliyonan wergire wekî deyneke bi garantî.

- Eger hemû kaxez û dekomentasyon amade bin û li gor mercên me bin, em wê demê pera didin. Mats Gunnarsson kar dike di banka ewrûpî ya sermayerazandinê de û ew e yê li van deynan hûr dinere.

Sazkerên çêkirina siyaran yên swêdî daxwaza wergitina deynan dikin li ba banka ewrûpî ya sermayerazandinê, bo gelek projeyên pêşketinê da ku karibin motorên nû û yên paktir çêbikin.

Îro dê komîteya birêvebir ya EIB, biriyarê wergirin derbarê daxwaznameyên heşt sazkerên çêkirina siyaran bo wergirtina deynan, ji van heşt sazkeran sê swêdî nin.

Lê diyar ji ber gelek xalan ku daxwaza deynên ku şirketên swêdî Volvo ya kamiyonan û Scania kirinin, dê hejmar hemû ji wan re derkeve, nêzîka 400 miliyon euro û ne tenê beşek ji meblexê wan daxwaz kiriye.

Volvo ya siyaran, xwedanê wê Ford e û bi paş de çûye, daxwaza 500 miliyon euro kiriye, lê vê cara wê razî be bi zêde zêde 200 miliyon euro, ev li gor Mats Gunnarsson.

- Bo Volvo ya siyaran agahdarî geheşte destê me ku hukûmet hizir dike garantiyeke hukûmetî bide destê wan, lê ta nuha hîna ne diyar e. Lê di wê rewşê merceke ji aliyê banka ewrûpî ya sermayerazandinê ve ku garantiyên bikêrhatî peyda bibin.

Derbarê rewşa bo Volvo ya kamiyonan û şirketa Scania Mats Gunnarsson wisa got:

- Belê bo wan eşkere bûye û em daxwaza tu garantiya nakin ji aliyê wan ve. Du pêşniyarê wan henin bi bingehên baş û durist yên hêjaîya kredîtê, îca banka ewrûpî ya sermayerazandinê, dê pera yekser bide wan hember hesabê hevsengiyê .

Derbarê daxwaz nameyên wergirtina deynan ji aliyê şirketa Saab ve, Mats Gunnarsson dibêje ku ta nuha hîna ser daxwaz nameya wan kar nekirinin û biriyar ne diyar e:

- Me ta îro biriyar wernegirtiye eger em dê berdewam bin di karê ser daxwaz nameyê de yan na. Me agahdarî wergirt ji Saab, lê ta nuha tu biriyarên resmî tunene ku em kar birêve bibin. Bo şirketa Saab hîna rewş ne ewle ye eger ew garantiyeke hukûmî wergirin yan na. Em li hêviyê nin ku ev ne ewlebûn safî bibe.

- Bo Volvo ya siyaran ji berê de diyar bû ku ew dê garantiya hukûmî wergirin. Lê ji bo şirketa Saab me hîna nîşan nedîtinin ji aliyê hukûmetê ve. Hukûmet beriya nuha ragihandiye ku ew li hêviya sermayerazandineke indutrîyî ya demeke dirêjin û ev yeka ji aliyê banka ewrûpî ya sermayerazandinê ye jî. Em dixwazin çareserkirineke bo demeke dirêj ya îndustrîyî, ya em bi wê bawer dikin herçend garantiyeke hukûmî hebe yan na.

Mats Gunnarsson ji banka ewrûpî ya sermayerazandinê. Europeiska Investeringsbanken, EIB.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".