Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekîtiya sendîkeyan û endustirî û bazirganiya swêdî li hev nekirin.

Hat weşandin fredag 13 mars 2009 kl 15.31
Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê

Yekîtiya sendîkeyan û aliyê xwedanên kar endustirî û bazirganiya swêdî hewildana ku peymaneke serekî ya nû peyda bikin, têk çû. Aliyên beşdar li hev nekirin di şîroveyan de yên derbarê qanûnên nekokiyê û las, qanûna parastina karmendî yê.

Seroka LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê, Wanja Lundby-Wedin gilî li endustirî û bazirganiyê dike û dibêje:

- Bi dîtina min gelekî mixabin e ku qezencên bo demeke kurt bi awayë hevsengiyeke hêzê ya hatiye guhertin di bazara kar de, desthelatiya bêhtir bo xwedanên kar, hatiye diyar kirin ku giringtir e ji wê ku em bo demeke dirêj modela swëdî bihëztir bikin bi peymanên kolektîv yê xurt di bazara kar de.

We gudariya Wanja Lundby-Wedin kir, seroka LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê.

Seroka endustirî û bazirganiya swêdî Signhild Arnegård Hansen, ji aliyê xwe de dibêje ku yekîtiya sendîkeyan nexwestin gavê bi pëşve bavêjin û hindekî nêzîkî me bibin.

- Min bêhtir û bêhtir têgihiştim eku ev ne derbarê parastina karmendî yê ye, lê derbarê pirsa desthilatiyê ye, yekîtiya sendîkeyan têde xwedan cihê baziriyê ye û ya ku naxwazin ji dest xwe weda bikin.

Danûstandina ser vê peymanê di bêhtir ji salekê de berdewam kiriye. peymana nû ku aliyên beşdar ser bazara xwe kirinin dê bûba ji şûna peymana binavê, Saltsjöbadsavtalet de baya, di meselên derbarê las, qanûna parastina karmendîyê û qanûna nakokiyê.

Endustiriya bazirganiya swêdî dixwazin wekî nimûne ku zaniyarî û xibret bêhtir bi bandor bin dema rewşa ji kar avêtinê danberhev bi rewşa îro re, ya dibêje kesê herê dawî kar girtiye ew e yê beriya hemiya dest ji kar berdide.

Rêxistina xwedanên kar bawer dike ku rîskek li wê de peyda dibe ku xwedanên kar xibretên baş ji dest wan herin, bi taybetî nuha dema gelek şirket dikevin rewşa mecbûriyê de ku ji karmendên xwe kêmbikin.

Yekîtiya sendîkeyan ji aliyê xwe ve dibêje ku xwedanên kar û mercên wan tên bi maneya ku şirket bixwe yên biriyarê dê bidin bê ew kî dixwazin ji kar derbixin.

Endustiriya bazirganiya swêdî dixwazin jî qanûna nakokiyê bisînor bikin bo ku nekevin rewşên mîna ya li Göteborg deng pê ket ya li xwaringehekê li dar ket beriya çend salan, tê de karê yekîtiya sendîkeyan astengiyên mezin bo xwedanê xwaringehê durist kir.

Endustiriya bazirganiyê ya swêdî daxwaz danana qanûneke nû dike derbarê Las û qanûna nakokiyê , lê wezîrê bazara kar Sven Otto Littorin, dibêje ku belkî ev pêsniyara pêk bihataya eger her du alî li hev bikirana, lê ne wekî rewşa îro tê de nin.

Her du alî, yekîtiya sendîkeyan û xwedanên kar dibêjin ku dê dem ser re derbas bibe da ku careke din li hev rûnin û şîroveyên xwe bikin careke din. Wanja Lundby-Wedin careke din.

- Nuha xwedanên kar rêkek hilbijartinin û dê dem gelekî bi ser de here ta careke din em rûnên û dest bi şîroveyan bikin careke din.

Û ji laiyê endustiriya bazirganiyê ya swêdî ve hêviyên xwe datînin ser peymanên yekser navbera şirketan de û rêxistinên girêdayï yekîtiya sendîkeyan.

- Dê gelekî baş be eger ji herdû aliyan ve bên diyar kirin ku daxwaza wan heye ku çareserkirinën bo demeke kurt pêkbînin dema pêwîstî hebe, lê bêguman gerek me çareserkirinên demdirêj jî hebin.

Signhild Arnegård Hansen.    

     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".