Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hukûmet neaktîv e bi dîtina Östros.

Hat weşandin fredag 13 mars 2009 kl 15.40
Östros gilî li hukûmetê dike

Îro hukûmet krîsa aborî şîrove kir û berdevkê socialdemokratan yê siyaseta aborî, Thomas Östros gilî li hukûmetê dike ji ber neaktîvin di vê rewşa aborî ya xirab de.

Wî got ku em birêve nin ber bi krîseke civaka refahê de. Û berdewam kir û got ku di dema hukûmet rûdinê û neaktîv e bonûs û perên zêde tên belav kirin i şirketên prîvat de û hem jî di şirketên hukûmî de. Di heman de perê a-kassayê bilind dibe û hikûmet dihêle pere zêde wekî baranê bi ser yên ji berê de dewlemend bibare, bi rêya kêmkirina dana bacan.

Östros ji wezîrê aborî yê swêdê pirsî, Anders Borg, ma tu amade ye ku tu bêje na ji deynên bo daxistina baceyan û di şûna wê de pera deyine ser warê kar?

Derbarê gazinên Östros li hukûmetê, wezîrê aborî yë swêdê Anders Borg rewş parast û got ku wan gelek kar kiriye bo rewşa aborî ya xirab:

- Me derbarê rewşa aborî ya ber jêr diçe xwarê gelekî kar kiriye, em bêhtir aktîv bûn danberhev bi welatên din yên ewrûpî re. Me bi rastî buceyeke mezin daniye ser vê rewşê ya tên kemilandin bi sermeyarazandinên di wekî nimûne dayireya kar, Arbetsförmedlingen û pakêteke taybetî bo ewlekirina pêşeroja endustriya siyaran.

Wezîrê aborî yê swêdê, Anders Borg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".