Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Komîteya birêvebir ya AMF bi mercên teqawidiyê zanîbûn.

Hat weşandin tisdag 24 mars 2009 kl 14.47

Nuha hatiye diyar kirin ku komîteya birêvebir ya AMF bi mercên teqawidiyê zanîbûn. Seroka LO, konfederasiyona sendîkayên karkerên Swêdê, Wanja Lundby Wedin, ya hem jî di komîteya birêvebir de rûniştiye ya AMF ê, xwe xapandî dibîne derbarê qebûlkirina dana miliyonên gelek bo teqawidiya berpirsê giştî yê AMFê.

Lê serokê komîteya birêvebir ya AMFê, Göran Tunhammar dibêje ku komîte agahdarî wergirt û biriyar standin derbarê vê yekê di civînekê de buhara 2004.

AMF dê nuha dest bi lêkolînekê bike derbarê vê yekê û li gor serokê komîteya birêvebir, Göran Tunhammar, dê lêkolîn bên kirin ser bê çawa prîm hatinin jimartin. Li gor Tunhammar seroka LO jî di civîna buhara 2004 de amade bû û agahdar bû derbarê vê yekê:

- Biriyar hate standin di civîneke komîteya birêvebir de di heyva sêyan de sala 2004.

Em di ser wê re çûn ya me şîrove kiribû, em ser axavîn lê ne bihûrî ji ber ku peymaneke bi hejik bû û ji bilî ku bixwe du peyman ser hev bûn. Ew rapor hate nivîsandin û ma di cihê xwe de bê bîranîn. Derbarê sedemên bê çima wan bihûrî ev peyman ronî nekirin ji komîteya birêve bir re, Tunhammar wisa dibêje:

- Komîteya birêve bir zanîbû ku ev peymaneke bi hejik e û komîte bi wê yekê zanîbû ku ev peymana dê bibe peymaneke gelekî giran.

Li gor serokê AMF pension, Göran Tunhammar, kes ji endamên komîteya birêvebir tu rexne yan dîtin diyar nekeiribûn derbarê vê biriyarê û peymanê.

AMF pension serhev 60 miliyon kron danînin bo teqawidiya Christer Elmehagens. Tenê di van sê salên dawî de nêzîka 32 miliyonan bo wî hatiye danîn. Ev yeka eşkere diyare di rapora salane de ya şirketa AMF pension de:

Derbarê vê mijarê seroka LO, komfederasiyona sendîkayên karkerên Swêdê  Wanja Lundby-Wedin di ekot de wisa got:

- Ez hest dikim ku ji bingeh de hatimim xapandin. Ji ber vê yekê ez gelekî hêrsbûyî me. Nayê bîra min ku ez beşdar bûm di vê yekê de û biriyareke bi vî awayî de ku perên wisa gelek yên bêsînor bigihêje teqawidiya wî di van salên dawî de. Bi carekê re nikarim bînim bîra xwe.

Teqawidiya berpirsê giştî yê berê di şirketa AMF de, Christer Elmehagens, tên lê hûr nerîn ji aliyê komîteya tezmînata ya AMF bi xwe ya ji sê kesan pêk tê. Serokê wê, Göran Tunhammar e, Lennart Nilsson ji endustirî û baziraganiya swêdî û sekreterê peymanan ya berê li LO, Erland Olausson.

Li gor Göran Tunhammar, Erland Olausson têgihişt bê peryman derbarê çibû:

- Belê Erland Olausson mêrekî zane û têgihiştîye, tenê dema mirov wekî nepispor kar bike bêyî wê ku mirov xwedan jîrbûnê be, wê demê ez qaniem bi wê ku wî baş ji vê peymanê fahm kiriye.

Nuha jî wê AMF pension lêkolînekê li dar bixwe derbarê vê peymanê û agahdariyên li dora wê û li gor gotinên Tunhammar, dê lêkolîn bêne kirin derbarê bê çawa prîm hatinin jimartin. Ya li gor wî hatibû kirin ji aliyê şêwîrdarekî teqawidiyê ji Söderberg och Partner ve, şefê karmendên yê berê û hem jî berpirsê giştî yê şirketê Christer Elmehagen.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".