Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hîna pirs manin derbarê AMF pension

Hat weşandin onsdag 25 mars 2009 kl 15.43

Şîroveya gerim ya dana perê zêde bi miliyonan bo teqawidiyê berpirsê giştî yê berê yê AMF pension Christer Elmehagen her berdewam e.

Ya herî giring di vê şîroveyê de ew e ku komîteya birêvebir ya şirketê çi agahdarî standin derbarê vê peymanê, seroka LO, konfederasiyona sendikayên karkerên Swêdê, Wanja Lundby-Wedin yek ji wan e yên di vê komîteyê de rûniştibûn.

- Bi min gelekî ecêbe ku ew di komîteyeke birêvebir de rûniştiye û bi tiştekî wisa mezin û giring wekî vê teqawidiyê nizanibe. Bi dîtina min ev tiştekî gumanjêkirî ye. Belê ev dîtinên Karin Lindberg bû ya rexnedar ji Hallandê û derbarê eger bi dîtina wê derew di axaftinên Wedin de hebin yan na wisa bersiv da:

- Min hizra vê yekê nekiriye. Lê di baweriya min de eger mirov di komîteyeke birêvebir de de rûnê divê wê demê mirov zanibe bê çi biriyar mirov ser dinivîsîne û ne tenê ser hişê xwe re bavêje û giraniyê nede karê xwe.

Herçend eşkere diyar e di rapora salane de, seroka LO, Wanja Lundby-Wedin dibêje ku ew ji bingehde hest dike ku hatiye xapandin di mesela dana perên zêde bo teqawidiya berpirsê giştî yê berê yê AMF pension Christer Elmehagen.

Ebba Lindsö kar kiriye beriya nuha di endustirî û bazirganiya swêdî de û hem ew jî rûniştibû di komîteya AMF de dema biriyara vê teqawisiyê hate standin. Ew bi xwe piçekî piştgîriya seroka LO dike. Li gor wê agahdariyeke gelekî kêm gehişte komîteyê û hertişt hate birêvebirin di komîteya tezmînatan de.

- Di vê rewşê de pirs derbarê wê bû ku peymana Christer Elmehagen bên dirêjkirin û şandin ji komîteya tezmînatan re. Ev yeka jî bi kurtasî ji komîteyê re hate rave kirin. Ebba Lindsö bû.

Ew kesê van pirsan gerek zanibe û bê kengî û bi çi awayî ev biriyara hate standin di 2004 de, sekreterê peymanan yê berê yê li LO de, Erland Olausson e.

Ew bixwe di komîteya tezmînatan de rûniştibû ya AMF Pension de. Lê diyare ew naxwaze biaxive derbarê vê yekê û dibêje ku AMF dê lêkolînekê li dar bixwe taybetî bo vê yekê:

- Eger astengiyên bi vî awayî di komîteyekê birêvebir de û komîteya tezmînatan de bê ser rê û biriyar bên wergirtin ku lêkolîneke bên li dar xistin, wê demê ez nabînim di cihê xwe de ye eger ez derkevim û bi resmiyet bi peyivim derbarê vê mijarê. Ez dê di vê lêkolînê de biaxivim ya ez bi bawerî lê dinerim.

We guhdariya Erland Olausson kir.

Doh kesekî din di komîteya birêvebir ya AMF Pension de, Jan Herin, eşkere kir ku hemû endamên komîteya birêvebir bi vê biriyarê re bûn û baş ji naveroka wê têgihiştibûn. Di rojnameya îro de ya Dagens Nyheter de, hate diyar kirin ku Wanja Lundby- Wedin di karê xwe yê komîteya birêvebir de di şirketa Folksam de ser teqawdiyeke din bi miliyonan nivîsandiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".