Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêşniyar kurtkirina dema wergirtina CSN tên rexne kirin.

Hat weşandin torsdag 26 mars 2009 kl 14.37

Kurtkirina dema wergirtina perên CSN ji 6 salan ta 4 salan tên rexne kirin ji aliyê gelek mûdîrên zanîngehên xwendina bilind ve, yên dibînin ku ev pêsniyareke ne hêjaye.

Ev yeka hate diyar kirin bi rêya besivên enket û pirsnameyên P3 şandibûn ji wan re. 26 ji 29 mûdîrên bersiva pirsnameyan danin dibînin ku ev pêsniyar ne di cihê xwe de ye. Gelek ji wan dibînin ku dê bizehmetir bikeve ku sagirt perwerdeyên xwe biguherin, yek ji wan mûdîrên bi vê dîtinê re ye Pam Fredman e ji unîversiteya bajarê Göteborg:

- Eger mirov hizra wê bike ku mirov perwerdeyeke şaş hilbijartiye, wê demê ez tu şaştiyê bi wê ve nabînim ku yek xwedan imkan be ku careke din perwerdeyekê ji xwe hilbijêre.

Lê Oskar Öholm, ji partiya moderatan û yê endamê komîteya xwendinên civakî  ye, bi vê pêşniyarê rabûye. Ew dibîne ku ev yeka dê ji başiya xwendevanan re be.

- Ji îro de wisa ye ku divê mirov hilbijêre, helbetê ew dema dê kurtir bibe bi vê pêşniyarê, lê armanc ew e bixwe.

Û li gor dîtinên Oskar Öholm dë deynên ser milê xwendevanan dê kêmtir jî bibe di pêserojê de:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".