Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Xwedî miaşên kêm lênerîneke tenduristiyê ya xirabtir werdigirin

Hat weşandin fredag 27 mars 2009 kl 14.41

Ew kesê hem xwedan perwerdeyeke asta nêzim bin û miaşekî kêm werdigirin, bêhtirînê caran lênerîna tenduristiyê û dermankirinên nebaş distînin. Ev yeka rêxistina beldî û mecilisên wîlayetên Swêdê eşkere dike, yên îro kurtasiyeke lêkolînê derbarê mercên lênerîna nexweşan li Swêdê pêşkêş dike.

Anders Andersson ji komîteya birêvebir ya beldî û mecilisên wîlayetên Swêdê, ne reaziye bi vê rewşê:

- Ev rewşa nayên qebûl kirin û ez dixwazim bêjim ku piştî 68 an û hemû şîroveyên me derbarê wekheviyê yên hatin li dar xistin li Swêdê, gerek ev mecalên hebûna vê yeka nemabana.

Beledî û mecilisên wîlayetên Swêdê nuha bihûrî li wekheviyê nerînin di vî warê lênerîna nexweşiyê de û ji encamên lêkolînên wan nuha karin bêjin ku ew kesên ji astên nizim bin di civakê de, nabin xwedan lênerîneke nexweşiyan ya baş.

Herçend ev encama belkî ne wekî nûçeyekê be, lê herdîsan jî ev rapor bi tirs û cidiyete. Mirov bi awayekî berçav kare bêje ku ew kesên xwedan xwendineke asteke nizim û bi nexweşiya pisikêbin, Kol, bêhtirînê caran lênerîneke nenûjen û kevnar ji wan re derdikeve.

Wekî nimûne dermanên bo demeke kurt digihêje wan bo fireh kirina boriya ba , wekî heban digihêje wan, yên êdî nayên şîret kirin bo bikar anînê. Û di heman dem de ew kesên xwedan miaşên bilind bêhtirînê caran dermankirinën bo demeke dirêj digihêje wan û dermanên herî nû di bazarê de.

Ev yeka bi bandore hem di warê nexweşiya kanser de jî, Marianne Granath, şefa beşe di beledî û mecilisên wîlayetên Swêdê de û vë yekë ji mer e bêhtir ronï dike:

- Me lê neriye bê çawa jiyan berdewam dibe bo kesê bi nexweşiya kansera sîngê, 76 ji sedî dijîn piştî 10 salan ji nexweşiyê ji wan kesên xwedan miaşên bilind, lê 35 ji sedî dijîn piştî 10 salan ji wan kesên bi miaşên herî kêm. Ev cudabûneke gelekî mezin e û mirov kare hizra wê bike bê çima û çawa kare wilo bibe. We guhdariya Marianne Granath kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".