Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aboriya swêdî dikeve rewşeke dijwar de.

Hat weşandin tisdag 31 mars 2009 kl 16.02

Dezgeha konjukturê diyar dikin ku rewşa aborî li Swêdê ber bi tarîk bûnê de  diçe, ev yeka di raporeke nû de. Aboriya swêdî di rewşeke xirab de ye têde bêkarî bêhtir dibe û Hatinîya Neteweyî ya Nesafî kêmtir dibe.

- Bêguman pêşketina aborî di cîhanê de gelekî bêhêz e û ev yeka bi bandore sert aboriya swêdê jî, Mats Dillén berpirsê giştî yê dazgeha konjukturê.

Derbarê jimarên bi vî awayî, Dillén dibêje ev cara yekem e pêşbîniyên wisa bi dest me dikeve.

- Nej, nayê bîra min ku me peşbînîyên bi jimarên kêm wekî vê pêşkêş kirinin beriya nuha, û ev demeke ez di vî warî de kar dikim.

Hatinîya Neteweyî ya Nesafî dadikeve bi 3,9 ji sedî di vê salê de, tucarî rewş ne bi vî awayî xirab bû ji salên piştî şerê cîhanê yê duemîn.

Diyare tu rêk tunene ji vê rewşa aborî ya tarîk. Mats Dillén careke din:

- Em karin misoger bêjin ku sala 2009 dê bibe saleke aborî ya gelekî dijwar.

Derbarê rewşa aborî ya sla 2010, em ta nuha nikarin tiştekî bêjin. Ev girêdayê wê ye ji nav tiştên din, bê çi bandor û efekt diyar dibin ji ber karên aborî yê siyasî yên dê bêne kirin.

Mats Dillén kir ji dazgeha konjukturê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".