Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekîtiya sendîkayan Byggnads, ya warê avakirinê, karmendan pêşagahdar dikin bo jikarderxistinê.

Hat weşandin torsdag 2 april 2009 kl 16.07

Banora grevê dê li 3 300 karker bibin, ya 15 vê heyvê destpê dike eger herdu alî li hev nekin.

Sedemên pêşagahdar kirina karmendan bo jikarderxistinê ne miaşê karmandan e, lê daxwaza yekîtiya sendîkayan Byggnads ku du peymanên nuha li darin bêne guhertin bi yek peymanê ya bingehî, seroka yekîtiya sendîkeyana Byggnads, Hans Tilly wisa dibêje:

- Me doh pêşniyazek pêşkêş kir ya em dibînin tewazineke başe di vê pirgirêkê de, lê diyarbû ne bi dilê enustiriya avahiyên swêdî bû. Em nuha di rewşekê de nin têde cihên kar peyda dibin bê peyman bi carekê re. Bi vî awayî em karin pêşagahdariya bo jikar derxistinê deynin da ku şîorveyên derbarê vê pirsê şiyar bike û gaveke bi pêştir de bavêjin.

Diyare nakokî tuneye navbera sendîkeyê û xwedanên kar derbarê pirsa herdupeymanan rabikin û peymaneke hevbeş ya bingehî şûna wan de deynin.

Lê nakokî di naveroka peymanê de, wekî nimûne derbarê qanûnên bo lêhûrnerîna sendîkeyê ya miaşan li cihên kar de. Bo Antoni li Sveriges Byggindurstrier, endustriyên avahiyê yên Swêdê , her dîsan jî ecêbmayî ye ji greva pêşagahdarîya jikarderxistinê.

- Belê, ji ber ku bi awayekî pêşagahdarîya jikarderxistinê tê ser rêkê û di heman dem de jî em bi xwe ne ecêbmayî ne. Ew peyman di 30 heyva nehan de betal kirin sala par, bi armanca ku em bi hesanîtir bikin û her tiştî baştir bikin û bo xwedanê kar û kesê karker.

Derbarê baweriyên di vê pirsê de bo dema li pêş, Bo Antoni wisa dibêje:

- Ez dizanim gava li pêşiya me ew e ku em bi endaman re rûnên sibe û ev tişta wê hem Byggnads, yekîtiya sendîkeyan jî dê bike.

Ez bi hêvîme ku endam sendîkeyê qani bikin bi wê ku berjewendiyên aliyê xwedanên kar jî dê hem bên li wan nerîn bo ku em karibin bi awayekî lihev bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".