Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Elmehagen beşekî ji peymana xwe eşkere dike.

Hat weşandin torsdag 2 april 2009 kl 16.16
Christer Elmehagen

Berpirsê giştî yê şirketa AMF Pension Christer Elmehagen, nuha resmî beşin ji peymana xwe ya teqawidiyê bi AMF re û ya di vê dema dawî de gelek şîrove hatiye ser kirin ji ber giraniya wê, eşkere dike.  

Li gor Elmehagen, tên diyar kirin bi awayekî ronî ku komîteya birêvebir ya AMFs têgihiştî bûn hem ji biriyarên hatin wergirtin derbarê peymana teqawidiya wî û hem jî ji nivîsandinên di rapora salane de ya şirketê.

Di wî beşê nuha Elmehagen eşkere dike bi giştî têde hatiye nivîsandin ku:

Komîteya tezmînatên şirketê hem jî biriyar wergirtiye ku perên salane yên teqawidiyê ser hev piştî Christer Elmehagen dibe 60 sal dê bêne dan ji wî re di 30 heyvên din de, 2006-07-01 ta 2008-12-31 yan jî di wê dema ku Christer Elmehagen hîna berdewam e di karê xwe de.

Elmehagen dibêje nuha ku komîte bi wê zanîbûn ku teqawidiya wî dê wisa mezin û giran bibe wekî di rastiyê de bûye nuha.

- Ku ew prîmên dê ji min re derkevin piştî wê ku ez dibim 60 sal dê yekser girêdayê wam prîman bin yên digihêjin min yekser beriya ez bikevim 60 saliyê de. Hem jî ku ew bi hejmara mezin zanîbûn ya bi vî awayë nuha min behs kir tên jimartin û ev yeka eşkere ye nuha.

Lê gelo perên teqawdiya çend giran dibe salane?

- Belê, dibe 770 000 kron heyvane , ev yeka di rapora peymanê de hatiye nivîsandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".