Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Parlaman got erê bo zewaca navbera kesên yekcinsî.

Hat weşandin torsdag 2 april 2009 kl 16.18

Wekî doh me ragihand, parlaman dê dengê xwe bida derbarê zewaca cotên ji yekcinsî û bêhtirînê wan dengê xwe bi erê dan vê pêşniyarê. 261 endamên perlamanê yên amadebûn gotin erê, û 22 dengê xwe nedan pêşniyarê. 16 endam jî dengê xwe danîn.

Partiya dijî zewaca navbera cotên yekcinsî de tenê kristdemokraterna bû.

Bi dengdana parlamanê ya doh, qanûn tên guhertin ji yekê gulanê de û rê vedike bo kesên bixwazin bizewicin bi kesekî ji heman cinsî re.

Di heman dem jî qanûna nivîsandina hevjiyana cotan têne rakirin.

Ew cotên nuha hatinin nivîsandin ku bi hev re dijîn dê karibin bi wî awayï berdewam bikin jiyana xwe. Lê eger bixwazin wê yekê biguherin û bikin zewac navbera wan de, wê demê gerek daxwaza vê yekê bikin resmî yan jî mehira xwe bibirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".