Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mamosteyên lîseyê gerek baştir bibin di zaniyariyên derbarê yekîtiya ewrûpayê de.

Hat weşandin fredag 3 april 2009 kl 13.49

Tên diyar kirin ku di rewşa îro de kêmhebûn peyda dibe di dibistanan de  derbarê perwerdeyên ser yekîtiya ewrûpayê.

Ji aliyê mamosteyan ve, wisa xwiyaniye ku ew hest dikink u ew kêm zanin ser yekîtiyê û ku ew nagihên bi demê re bi kûrî liv ê pirsê baş binerin.

Ji ber vê yekê hukûmet û komîsiyona yekîtiya ewrûpayê biriyar wergirtinin ku 4000 mamosteyên madeya zaniyariyên civakî dawa bikin bo perwerdeyeke taybetî ser vê babetê di hundurê vê salê de, 2009.

Armanca vê projeyê ew e ku ji her dibistanekê lîseyê yek mamoste beşdar bibe di vê perwerdeyê de û pêşketina zaniyariyên tên daxwaz kirin ji wan di vê babetê de wergirin. Wezîra kar û barê yekîtiya ewrûpayê Cecilia Malmström, dibêje ku ev kara dê bibe wekî lêgermkirinekê bo berdewamiya di pêştir de:

- Me daxwaz kiriye ji saziya pêşketina dibistanan lêkolînê çêbike derbarê vê yekê, bo ku zaniyariyên me ne tenê ser bingehê nerînên çend kesina bin.  

Ji aliyê saziyê de hate diyar kirin piştî ku bi hûrî li vê mijarê nerîn, ku kêmbûn peyda dibe di matêriyal dibistanan, diyar e ew bi sivikbûn ser mijara yekîtiya ewrûpayê de perwerdeyên xwe birêve dibin. Ji bilî vê yekê de jî hatiye diyar kirin ji aliyê mamosteyan ve û hem jî xwendevanan ve ku demeke gelekî kêm tên danîn ser zaniyariyên yekîtiya ewrûpayê.

- Gelek ji mamosteyan dibînin ku dem peyde nebûye di karê wan de ku xwe vala bikin ji zaniyariyên derbarê vê mijarê de, ji ber vê yekê dê ev perwerdeya taybetî bo mamaoteyên dê lêgermkirineke be bo ku karibin karê xwe berdewam bikin.

Perwerdeya vê salê derbarê hilbijartinên bo parlamana yekîtiya ewrûpayê, beşek e ji geşekirineke mamosteyan ya mezin e, û ya berdewam e di çar salan de. Komîsiyona yekîtiya ewrûpayê beşek ji perên vê projê yê dide, piçekî bêhtir ji 4 miliyon kron.

Cêgira serokî komîsiyona yekîtiya ewrûpayê, Margot Walström, ya amade bû di civîna çapemeniyê de derbarê vê projeyê dîtinên xwe anî ziman û got ku ew dibîne perexistina vê projeyê û birêvebirina wê beşekî giring e bo demokratiyeke baştir di hemû astan de di civaka nûjen ya modern de.

Gelo rast e momoste bi van dîtinan re nin? Kêmbûn heye di zaniyariyên ser vê pirsê de?

Helena Wallström di lîseya bi navê Global gymnasium de kar dike li Göteborg, wê hem li Cecilia Malmström û hem jî li Margot Wallström guhdar kir. Dîtina wê bi wan re ye û dibêje ku kêmbûna zaniyariyên mamosteyan ser yekîtiya ewrûpayê nayên veşartin:

- Belê, ez bixwe nizanim çima û sedemên kêmbûna zaniyariyan çi nin, belkî wisa be ku mamosteyên madeya zaniyariyên civakî ji bingeh de zaniyariyên pêwîst ba wan tunebin, ev kare sedemek be.

Li aliyê din jî wisa ye ku beriya nuha bi awayekî ronî û diyar kirî ev mijar di perwerdeyê de peyde ne bûye wekî di rewşa îro de. Îro zaniyariyên ser yekîtiya ewrûpayê beşekî giring e di madeya zaniyariyên civakî de ya asta A.  

Malin û Jenny di sala yekem ya lîseyê de dixwînin û bi dîtina wan zaniyariyên wan derbarê pirsên girêdayê yekîtiya ewrûpayê gelekî sînorkirî ne. Herdu xwendevanên lîseya Global dibêjin bo ku mirov baştir têbigihêje çawa dezgehên yekîtiya ewrûpayê bandorê ser jiyana mirovan dikin, wê demê divê siyasetmedar zimanekî hesanîtir bikar bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".