Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Seroka LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê ser karê xwe dimîne.

Hat weşandin tisdag 7 april 2009 kl 11.46

Komîteya birêvebir ya LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê biriyar wergirtin doh piştî civînke dirêj kir ta heşt seatan ku seroka LO Wanja Lundby-Wedin kare ser karê xwe bimîne. Lê tên xwestin ji wê ku xwe ji wezîfên xwe yên gelek xilas bike û giraniyê tenê deyîne ser endaman.

- Bêgoman baweriya endaman bo min di vê dema dawî de ketiye xeterê de û ez gerek nuha nav endaman de kar bikim, li wan guhdar bikim û xibretên wan biparêzim, divê hest bikim ku baweríya wan bo min careke din hatiye ava kirin ser bingehekî baş. Ev yeka bo ku em bi hevre karibin bi karê xwe berdewam bikin û bi hev re bi hêz bin di pirsên me yên giring de.

Seroka LO, Konfederasiyona sendîkeyên karkerên Swêdê, Wanja Lundby-Wedin bû.

Komîteya birêvebir ya LO, ne li hevbûn dema civîn destpêkir 12:00 nîvroj doh. Li agahdariyan, sê ji biriyarên komîteyên sedîkayan ew bû ku Lundby-Wedin gerek ji kar derkeve. Lê piştî şîroveyên kûr û dirêj komîte li hevkirin û piştgîriya Wanja Lundby-Wedin kirin. Ji ber nuha divê, LO bi hev re hewil bidin bandorê bikin ser siyaseta hukûmetê û ne mijûl bin bi nakokiyên navxweyî de. Stefan Löfven, serokê sendîkeya IF Metall dîtinên xwe anî ziman derbarê Wanja Lundby-Wedin û got:

- Wanja serokeke LO ya baş e û dê biriyareke şaş be eger dest ji karê serokatiya LO berde  ji ber sedemên mîna van. Me nêzîka 25 % bêkarî heye di IF Metall de bo vê salê. Çareserkirineke bo vê astengiyê tuneye ji aliyê hukûmetê de. Derbarê vê yekê divê em yekbin bêgoman di xebatekê sendîkeyî de bo başkirina şaştiyan û hem jî rayeke giştî dijî wê saz bikin.

Ji bilî Stefan Löfven, Ylva Thörn ji sendîkeya Kommunal amade bû di civîna çapemeniyê de doh. Ev herdû yekîtîyên herî mezin piştgîriya xwe nîşan dan bo Wanja Lundby-Wedin. Di heman dem de mercên komîteya birêvebir ya yekîtiya sendîkeyên karkerên Swêdê peyda dibin bo seroka LO yê de. Wanja Lundby-Wedin gerek ji nuha de dest pêbike û wezîfeyên xwe yên gelek hêdî hêdî bi dawî bîne, ev ji bilî derketina wê ji komîteyên AMF, AFA û ya Aftonbladet de.

- Ylva Thörn dibêje, Nuha giranî tên danîn ser endaman.

- Miorv bêhinteng e, acize û hêvîşikestiye. Di baweriya min de ev reaksiyoneke gelekî hestdar e. Beşekî mezin ji vê bêhêvîbûnê ya nuha ba gelek endaman çê bûye ji baweriya wan ye gelek tê bo seroka LO, Wanja Lundy-Wedin.

Di dawiya hefteyê de du lêkolînên raya giştî hatin pêşkêş kirin û yên diyar kirin ku socialdemokrat dadikevin xwarê û piştgîriyeke mezin heye bo hukûmetê ji aliyê hilbijêran de.

Hem seroka partiya socialdemokratan Mona Sahlin û hem jî sekreterê partiyê Ibrahim Baylan dixwazin sedemên daketina socialdemokratan ba hilbijêran têxin histuyê şîroveyên vê dawiyê ser AMF û LO yê de. Lê ta doh seroka LO ne amade bû ji wê re ku sûncê vê yekê hemûyî bixe histuyê xwe de. Lundby-Wedin careke din

- Bi dîtina min ev ronîkirineke gelekî hesen e.

Derbarê pirsa eger ew bawer dike ku şîroveyên girêdayê AMF bandor kiribin ser partiya socialdemokratan, seroka LO wisa bersiv da:

- Ez bawer dikim ku bi bandor bû di vê lêkolîna raya giştî de, lê ez nabînim durist e ku giraniyeke zêdê û sûncê serekî bikin şîroveyên girêdayê mesela AMF ê.

Seroka konfederasiyonên sendîkeyên karkerên Swêdê, Wanja Lundby-Wedin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".