Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm penaber destûra kar werdigirin

Hat weşandin onsdag 8 april 2009 kl 12.39
Wezîrê koç Tobias Billström

Ji dema hukûmet biriyar da beriya serê salê ku kesên penaber gerek pasport yan jî belgeyên nasnameyê nîşan bikin dema daxwaza kar bikin li Swêdê, hejmara kesên penaber yên kar wergirtinin gelekî kêmtir bûnin. Ev li gor lêkolîneke hate çêkirin ji aliyê Ekot ve, diyare kêmbûn bi 90 % ye.

Yek ji kesên penaber yên nikarin kar bikin Abebeche ye, ew bi xwe ji welatekî afrîqiyayê hatiye.

- Pasporta min tune ye, ez bihêvîme destûra kar ji min re derkeve. Ez dixwazim kar bikim, ji ber ez gencim û naxwazim li malê rûnim. Abebeche dibêje: divê ez jiyana xwe bijîm.   

Abebeche ne xwedan pasportekê ye, polîsên welatê wê ji wê standin dema hatibû girtin ba polîsan. Ew bi xwe tecawiz lê hate kirin û hem jî lêdan li wê bûye li welatê wê. Zilamê wê wenda bûye û ew bixwe jî bin lêgerînê de ye. Ta nuha danûstandina wê tuneye bi malbatê re.

Ji ber van sedeman nikare nasnameya xwe îsbat bike û nikare jî kar bike li Swêdê. Abebeche ne tenê ye ji aliyê bêkariyê de. Di sê heyvên yekem yên vê salê tenê 400 penaber li gor mercên pêwîst bûn bo wergirtina karekî, danberhev bi 4000 penaberî di heman dem de sala par. Ji vê yekê diyar dibe ku kêmbûna li dar bi 90 % ye.

Beşek ji vê kêmbûnê sedemên wê ew e ku îro roj hejmara penaberên tên bo Swêdê kêmtir bûnin û hem jî ji ber wê ku carna lêkolînên penaberiyê zûtir birêve diçin, ji ber ku tenê eger lêkolîn ta çar mehan dirêj bike ji mafê yê penabere ku kar bike.

Lê diyare ronî kirina herî serekî qanûnên nû ne, yê bi dilê wezîrê koçe Tobias Billström:

- Ji aliyekî ve kesê penaber pê radibe û belgeyên nasnameya xwe nîşan didin, ev di rewşekê de ku gelekê caran 90 ta 99 % ji kesên penaber yên tên Swêdê naxwazin bidin destê me û dibêjin ku ne bi wan re ye. Ji aliyê din de jî em imkana derbasbûna wan bo bazara kar pêşkêş dikin bi şertê ku ew nêta xwe ya pak nîşan bidin. Bi dîtina min ev hevsengiyeke baş e. Wezîrê koç yê Swêdê, Tobias Billström.

Parêzerê penaberan Hans Bredberg, bawer nake ku ev qanûnên nû dê wisa bike ku penaberên bêhtir belgeyên nasnameyên xwe nîşan bidin, lê li hêla din dê bihêle ku bêhtir penaber mecbûr bibin karê reş ji xwe re peyda bikin.

Hans Bredberg:

- Berê penaber karîbûn û imkanê wan hebû ku xwe xwedî bikin, lê nuha ew imkana ji dest wan çû ye. Ev dibe wekî tu mişkekî têxe qorziyekê de û ji ber ku bêhtirînê caran tu belgeyên nasnameyan bi wan re tunene.

- Ji ber vë yekê dê karê reş gelek bibe. Divê ew bi awayekî nan bixwin û xwe xwedî bikin. Ew dê jiyaneke li derveyê civakê bijîn, ya ez tu armancê ji wê nabînim ji aliyê siyasetmedaran ve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".