Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bihaya keherêbê dadikeve di dema Konjuktura nizm de

Hat weşandin torsdag 9 april 2009 kl 14.42

Bihaya keherebê ber bi jêr de diçe, nuha geheştiye 39.5 öre her saeteke kîlowatt di Nordpool de, ya dibe bazara kirîn û firotina kehrebê di temamê welatên bakûr de. Ev yeka tên jimartin bi nêzîka 3000 kron kêmtir bo mesrefa kehrebê bo vileyeke normal ser bingehê salekê.

Berpirsê giştî yê şirketa Telge Energi, Johan Öhnell dibêje ev heyva şeşemîne dû hev ku bihaya kehrebê ber bi jêr de diçe :

- Ev yeka başe bo mişteriyên keherebeyê li Swêdê, bihaya kehrebê daketiye meh bi dû mehê de û ev yeka dihêle ku kehrebe erzantir bibe nuha danberhev bi sala 2008 re.

Bikaranîna kehrebê bi gelekî kêmtir dibe nuha dema berhemderanîna îndustrî kêm dibe bi 23 % di heyva yekê de 2009, danberhev bi heman heyvê re di 2008 de.

Johan Öhnell careke din ji şirketa Telge Energi:

- Sedema herî mezin ya vê kêmbûnê ev konjukura nizime ya nuha li dar e û ya beriya her tiştî dihêle warê îndustiriyê kêmtir kehrebê serif bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".