Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şagirtên nearam tên derxistin ji xwendinê.

Hat weşandin tisdag 14 april 2009 kl 15.14

Şagirtên şer dikin û nearambin dê inzarên nivîskî wergirin û di rewşên gelekî cidî de karin ji dibistanan bên der xistin ta heftiyekê. Hukûmet dixwaze nuha vê guhertinê di qanûna dibistanan de binivîsîne.

- Ev derbarê şagirtên bi tevgerîneke tehdîdkarin û yên zoriyê bikar tînin di dibistanê de û yên dihêlin şagirtën din ji wan bitirsin û bibin sedema ku şagirtën din neçin bo dibistanê. Di wê rewşê de pêwîst e mirov karekî bo demeke dirêj saz bike, wekî nimûne ku mirov wan şagirtan bixin grûpeke perwerdeya din de yan grûpeke biserê xwe tê de belkî perwerdeyeke taybetî bo şagirtên wisa pêşkês bikin.

Ev pêşniyarên wezîrê perwerdeyê bû, Jan Björklund. Ew berdewam dike û dibêje ku lêkolîna derbarê nearamiya van şagirtan kare dirêj bike.

- Kare dirêj bike ta biriyareke bên wergirtin û wê demê çareyên zûtir pêwîstin bo ku aramî bên saz kirin di dibistanê de û ew şagirta gerek bên derxistin ji xwendina xwe çend rojekî di dema berdewamiya karê lêkolînê de.

Di rewşa îro roj de, şagirtek ji lîseyê kare ji xwendinê bên derxistin demeke dirêj. Di dibistana bingehîn de dibistan hemû kare bën girtin eger şerekî cidî bên li dar xistin û ne tenê ji ber şagirtên nearam û yên şer saz dikin di dibistanê de.

Nuha hukûmet dixwaze vê yekê biguhere. Şagirtek kare dê karibe ji xwendinê bên der xistin ta yek heftiyê û kare jî eger pêwîst be dirëj bike tad u heftiyan di saleke xwendinê de.

Derxistina şagirtan dê karibe bên bikar anîn her di pingava nizim de jî.

Jan Björklund careke din:

- Em bëhtir behsa derxistina şagirtan dikin ji xwendinê di lîseyê de û di pingava bilind de, di van astan de ev astengiyên discipline peyda dibin.

Derbarê armanca hukûmet dixwazin bigihêjnê de bi rêya derxistina şagirtan ji xwendin û dibistanê, û eger ev yeka bi fayde be? Jan Björklund wisa bersiv dide:

- Bi derxistina şagirtan em dixwain aramiyê saz bikin di dibistanê de bo şagirtên din. Derxistina şagirtan bi tenê nikare çareserkirinek be bo astengiyê. Ev yeka gerek bên girêdan bi metoden din ve yên alîkariya şagirtan yên xwedan astengiyên mezinin.

Lê her dîsan jî ji me tên xwestin ku em aramiyê saz bikin bo yën din di klasê de her bo wê dema pêwîst.

Hukûmet dixwaze jî dest bi hişiyariyên nivîskî bikin û cezeyên şagirtan bi rûniştan zêde di dibistanê de sere sibehan. Beriya du salan hukûmet imkan da bo belediyan ku şagirtên nearam û yên şer dikin bên bar kirin bo dibistanên din, herçend ev yeka ne bi dilê şagirtan jî be.

Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund dixwaze her tişt eşkere be derbarê qanûnan:

- Xetera heye derbarê bê ka çi mafê mirov e û çi mirov nikare bike wekï rweş nuha wisa ye di dibistanan de, ew e ku mamoste newêrin karekî bikin dijî nearamiyê ji ber ku naxwazin têkvin dadgeha piştî wê, ji ber karên ne durist û yên belkî ne ji mafên wan e.

Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund bû. Diyare rexneyên xurt henin dijî vê pêşniyarê opzîsiyon dibêjin ku ramiya di dibistanan de dive bên saz kirin bi awayên din û ne bi derxistina şagirtan ji xwendina wan.

- Ez nabînim mentiqiye ku şagirtan di pingava bingehîn de ji xwendinê derxînin. Şagirtên nearam bêhtirînê caran bi pêwîstiya perwerdeya bêhtirn û ne kêmtir. Ev dîtinên Maria Granlund bûn, peyvdara partiya socialdemokratan e di pirsên girêdayê dibistanan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".