Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexneyên xurt tên kirin li saziya xwendina bilind ji ber lihevketina kombuterê wan.

Hat weşandin torsdag 16 april 2009 kl 16.06

Ev sê sal dû hev astengî derdikevin di malpera studera.nu de, ya tên bikar anîn ji aliyên wan kesan vê yên daxwaza xwendina bilind dikin li zanîngehan û li xwendegehên bilind de.

Doh roja dawî bû bo daxwaza xwendina bilind û diyar bû dext gelek bû bo sîstema malperê bi xwe.

Charlotta Volgsten Forsberg, şefa danûstaninê di saziya xizmeta xwendegehên bilind de ye û ew dibêje ku bikar anîna malperê gelekî binavûdeng bûye di dema dawî de:

- Armanca bi vê sîstemê ew bû karibe nîv miliyon daxwaznameyan wergire û hîna sala par hejmar gihabû 670 000 daxwaznameyê di salekê de, ev dibe 99 % ji hemû kesên daxwaza xwendina bilind dikin di rêya malperê de. Ji vê yekê mirov kare bêje ku malper gelekî tên bikar anîn û milet ji wê fayde dikin zûtir ji ya me ji wê bawer dikir.   

Doh saet neh yê êvarê malpera bo daxwaza xwendina bilind lihevket û têkçû ji ber trafîka zêde di malperê de. Û doh bi xwe roja dawî bû bo daxwaza xwendina bilind û li gor Charlotta Volgsten dext gelek bû bi taybetî di çend saetê dawî de yê doh:

Nêzîka 5000 daxwazname dihatin di saetê de û ji nuha de dora 320 000 daxwaznameyê geheştiye VHS, saziya xwendina bilind, ev yeka tên jimartin bi 10% bêhtir ji sala par.

Bo çareserkirineke ji vê astengiyê re, dem dirêj kirin ta saet 12 îro. Lê Moa Neuman, seroka yekîtiya xwendekarên Swêdê rexne dike li saziya xwendina bilind û dibêja:

- Gelekî balkêşe çawa di sê salan de nikarîbûn vê malperê bi awayekî durist birêve bibin. Ez dibînim gelekî giring e dema daxwaza xwendina bilind dirêj bikin, ne tenê ta 12:00 nîvro lê ta 24:00 şevê. Ji ber kuk are wisa be ku kombuter bidest geleka nekeve her 12 saetên pêşî di rojê de. Ez dibînim bi kêmanî gerek dem dirêj bikirana ta rojekî din.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".