Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
civat

Polîs, dozger û dazgehên civakî kêm zaniyarînin derbarê astengiyên civakî yên girêdayê rûmetê.

Hat weşandin torsdag 16 april 2009 kl 16.10

Ji ber ku zaniyariyên pêwîst kêmin ba wan, xeter peyda dibe ku bi rêya çalakiyên wan de rewşê xirabtir bikin bo kesê berxeter. Carin Götblad, serkara polîsan di herêma Stockholmê de û sê wezîfedarên bilind vê yekê dinivîsînin di nivîsarekê de di rojnameya Dagens Nyheter de.

Paşbingehê vê yekê ew e ku pêşdarîkirina zordestiya rûmetê di Stockholmê de diyar dike ku bêhtir ji serê deh keçên panzdeh salî yek yên li Stockholmê, dijîn di rewşeke civakî de têde bi xurtî imkanên jiyaneke serbixwe bo wê tên sînor kirin.

Gelek ji wana jî dijîn bi rûmetşikandinê, tehdîd kirin û zoriyê. Li gor vê lêkolîne ne tenê keçên genc, lê hem kurên genc jî di rewşeke dijwar de dijîn bi girêdana zoriya rûmetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".