Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Konferansa yekîtiya neteweyên yekgirtî dijî nijadperestiyê li Swîsra yê.

Hat weşandin måndag 20 april 2009 kl 11.51
Carl Bildt

Îro konferansa dijî nijadperestiyê destpê dike li Swîsra yê, lê diyare çend ji welatên rojavayî, wekî Almaniya û Amerîkayê û çendin din vê konferansê bojkot dikin.

Tirsa wan ew e ku ev konferensa bên bikar anîn ji aliyê welatên musilman ve bo rexnekirina Israîlê. Swêd bi xwe beşdarî vê konferansê dibe, lê wezîrên xwe naşînê konferansê tenê baliyozekî dişînin. Wezîrê derveyê welat yê Swêdê, Carl Bildt dibêje ev ji ber dixwazin xwe piçekî dûr bixiin ji wê.

Armanca ji vê civînê ew bû ku êşên ji konferansa 2001 ê de ya tevlihev li Durban li bakûrê Afrîqiya yê çareser bikin û hem jî yekbin derbarê belgeyên bi hêz yên dijî nijadperestiyê.

- Ev dê gelekî hêja be di çavên kesên beşdar dibin yên di vê rewşê de beşekî mezinin ji cîhanê. Em gerek qebûl bikin ku cîhan hemû ne tenê çend welatên bakûrê ewrûpa yê ne. Piştî şîroveyên hêja û bi encamên baş, ez nabînim durist e em xwe ji konferensê derxin piştî karekî wisa.

Wezîrê karûbarên derve Carl Bildt dîtinên xwe anî ziman derbarê konferensa îro beriya nîvro dest pê kir li Swîsra yê.

Konferansa yekîtiya neteweyên yekgirtî de ya dijî nijadperestiyê ya beriya konferansa îro yê, bi neserketîbûne bidawî bû ji nav sedeman ew bû ku Amerîka û Îsraîl xwe jê derxistin wekî protestokê dijî wan gelek welatan yên xwestin nijadperestiyê û siyonîsmê bikin wek hev.

Wezîrê karûbarên derve Carl Bildt ronî dike bê çima wiqas welat beşdarî konferansa îro nabin:

- Hemû ji ber nehêjabûna konferansa Durban ya 2001 ê û gelek bawer dikin ku konferansa îro dê bibe dubare kirina 2001 ê. Miorv naxwaze bi vî awayî be, piştî karekî hêja mirov naxwaze xwe jê vekişîne, ji ber wê demê mecal vedibe bo Iran û welatên din ku destê xwe deynin ser civînê û ew encamên dawiyê yê konferensê dikte bikin û em vê yekê naxwazin.

Wezîrê karûbarên derve yê Swêdê Carl Bildt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".