Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Raya giştî hatiye guhertin ji aliyê beşdarbûna Swêdê di EMU de.

Hat weşandin måndag 20 april 2009 kl 12.05

Gelo Swêd dê têkeve hevkariya perên yekîtiya ewrûpî de EMU û perê euro bikar bînin di Swêdê de? Di dengdaneke miletî de îro dê 47 % dengê bidana euro yê û 45 % dengê xwe dê nedabanê de. Ev li gor lêkolînên ku Sifo çêkir ser daxwaz Rapport ya kanala telefiziyona Swêdê SVT.

Di dengdanên milet de sala 2003 eşkere diyar bû ku miletê swêdê euro nedixwestin û nuha dibe cara yekem ku wisa gelek nav swêdyan dixwazin dest bi bikar anîna euro yê bikin di Swêdê de.

Li gor encûmena firotina derveyê welat, Exportrådet, Swêd dê fayde xwe bike ji wê eger nekevin hevkariya perên ewropî de û krona xwe bihêlin. Serokê partiya milet û alîgirê euro yê, Jan Björklund bawer dike ku sedemên guhertina nerîna milet ji aliyê euro de evin:

- Bawer dikim ku sedema vê yekê krîsa aborî ye. Gelek nuha eşkere dibînin ku hevkariya nevbera welatan de pêwîst e ji aliyê aboriyê de, ne wisa ye ku bi tenê mirov bihêz e, lê bihev re kare mirov kare bihêztir be.

Björklund dixwaze dixwaze dengdana milet bên li dar xistin derbarê vë yekê di zûtirîn dem de, lê partiyên din dixwazin piçekî din xwe bigirin, bi taybetî ew yên ne alîgirê euro yê ne wekî nimûne partiya jîngehê û peyvdarê wê Peter Eriksson:

- Ez dibînim başe mirov deh sala bimîne ta mirov encamên dengdanên 2003 binirxîne, eger biriyara miletê swêdê wê demê wergirt durist bû yan na. Û eger piştî deh salan pêwîstiya dengdanên nû hebe, wê demê imkan heye bo wê.

Peter Eriksson ji partiya jîngehê, Möljöpartiet.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".