Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelekan dest ji konferansê berdan dema Ahmedinejad navê nijadperestiyê li Îsraîlê kir.

Hat weşandin tisdag 21 april 2009 kl 15.52

Hem pesindan û hem jî rexne tên kirin ji aliyê siyasetmedarên swêdî de, piştî bûyerên hatin li dar xistin li konferansa yekîtiya neteweyên yekgirtî de doh li Geneve-ya navê Durban ya duemîn hatiye lê kirin ji ber konferansa yekem ya hate li dar xistin dijî nijadperestiyê her Durban bû li başûrê Afrîkiya yê.

Nûnerê Swêdê yê amade bû di konferansa doh de, balyozê swêdî bû Hans Dahlgren, wî bi hemû nûnerên yekîtiya ewrûpayê re û hem jî gelekê din dest ji konferansê berdan tenê dema serokkomarê Iranê, Mahmoud Ahmadinejad Israîlê wekî welatekî nejadperest û rasîst bi nav kir. Di hevpeyvînekê de li gel bernameya nûçeyan Rapport ya kanala telefiziyona swêdî SVT, balyozê swêdê Hans Dahlgren bûyerên li dar ketin doh êvarê wisa ragihand: 

- Dema serokkomarê Îranê behsa Îsraîlê kir wekî hukumeteke nejadperest, gelek ji welatên endamê yekîtiya ewrûpayê rabûn ser xwe û çend welatên din jî û ji salona konferansê derketin. Beriya konferans dest pê kir şîrove nav endamên yekîtiya ewrûpayê hebû derbarê sînorên taybetî û bi wê axaftinê, serokkomarê Îranê ser wan sînora re derbas bû.

Balyozê swêdê Hans Dahlgren bû .

Li Swêdê bi xwe jî nîşandana sînorên swêdî di konferansa doh de tên pesindan ji aliyê peyvdara siyaseta derveyê welat ya partiya gel ve, Birgitta Olsson, ya dixwaze bêje ku konferansa Durban ya duemîn hate revandin ji aliyê welatên bi bernameyên nedemokratî ve. Li gor dîtina wê gerek Swêd xêzên xurtir nîşandabana di konferansa doh de:

- Ev derbarê parastina navê yekîtiya neteweyên yekgirtî ye û hem jî mafê wekheviyê. Eger mirov birastî yekîtiya neteweyên yekgirtî diparêze wê demê ez dibînim ku divê mirov dest ji konferansê berde, ji ber ku ev dibe her tiştê yekîtiya neteweyên yekgirtî dijî wê kar dike, ya dê di konferansa Durban ya duemîn li dar bikeve. Ya herî giring dê ew ba ku siyasetmedarên swêdê bi carekê re amade nebin di konferansê de.

Birgitta Olsson bû ya partiya gel, Folkpartiet.

Peyvdarê partiya çep di pirsên girêdayê siyaseta derveyê welat de, Hans Linde, diyare xwedan dîtin û nerînên cuda ye di vê şîroveyê de. Derketina nûnerên welatan karekî vala û bê wate bû.

Ew dibîne jî ku wê baştir baya eger Swêd wezîrê karûbarê derveyê welat Carl Bildt, yê mafê mirovan diparêze şandiba konferansa doh dest pêkir li Swîsrayê.

-Tevgera yekîtiya ewrûpayê û bojkot kirina gelek welat ji konferansa dijî nejadperestiyê, hemû karê giring yê armanca vê konferansê bixwe ye bêhêz dike ya dijî nejadperestiyê û rasîsmê. Di baweriya min de xala serekî ya vê konferansê tên jibîr kirin, ka ev konferansa derbarê çi ye bi xwe?

Ew derbarê xebata dijî nejadperestiyê ye û rasîsmê ye di cîhanê de, û bi derketina yekîtiya ewrûpayê ji konferansêr vê xebatê qels dikin.

Peyvdarê partiya çep di pirsên girêdayê siyaseta derveyê welat de, Hans Linde.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".