Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Samhall dive kar peyda bike.

Hat weşandin onsdag 22 april 2009 kl 15.56
Rexneyan li Samhall dikin.

Rewş bi zehmetir bûye bo kesên kêmendambin di lêgerîna kar de di şirketa hukûmî ya bi navê Samhall. Ev yeka li gor dîtinên bêhtirînê karmendên daîreya kar di temamê Swêdê de dema radiyo ya Swêdê lêkolîneke saz kir bi rêya pirsnameyan de.

Ev şirketa hukûmî di sala 1980 de saz bû, bi armanc û wezîfa ku kar peyda bike bo kesên kêmendam û seqet bin. Îro roj nêzîka 20 000 kes kar dikin li Samhall, di warê çêkirina îndustrî de û paqij kirinê.

Bi nebaşbûna rewşa bazara kar ya li dare ji deh karmendê daîreya kar di temamê Swêdê de yên pirs ji wan hatin kirin, şeş ji wan gotin ku bo kesê seqet û kêmendam bizehemtir bûye ku karekî peyda bikin di hindirê Samhall de.

Ann-Beathe Bengtsson kar dike di daîreya kar de li bajarê Falkenberg.

- Em ne gelekî pişt rastin ji Samhall. Bi rastî jî bo wan kesên bizehemt be bo wan ku têkelî bazar kar bibin, ew kar ji Samhall wernagirin. Ji ber cihê wan li wê tuneye û ew der ne munasibê wan e. Mercên kar li Samhall gelekî bilindin û zehmetin.

Ann-Beathe bû ji daîreya kar li Falkenberg, Klas Lundberg ji daîreya kar li Ludvika bi dîtina wê re ye û dibêje:

- Pêşketin ji Samhall buhurîye, ji ber ku ji det pêkê de Samhall rêxistineke taybetî bû bo alîkariya kesên seqet û kêmendam bi lêgerîna kar û peydakirina karekî bo wan pêve mijûl bibin û dema xwe derbas bikin, lê diyare Samhall ev yeka li paş xwe hiştinin nuha. Bi dîtina min ev yeka gelekî xembar û nebaş e, em nizanin em dê çawa bikin îro roj bo wan kesên seqet û kêmendamin.

Berpirsa giştî ya Samhall, Birgitta Bylin, dibêje ku Samhall hejamra karmendên xwe kêmtir kiriye di van salên dawî de bi nêzîka 8000 û îro dora 20 000 karmend kar dikin li Samhall.

Ev yeka dihêle ku wergirtina kar li Samhall bizehmetir bibe, lê mercên bo wergirtina kar bi xwe nehatinin guhertin:

- Me mercên xwe neguhertinin ji bilî wê ku bi awayekî giştî guhertin çê bûnin di bazara kar bi xwe de. Bazar kar bi xwe belkî mercên kar guhertibin, lê di heman dem eger yek li ba me kar bike, divê tu karibe karekï bike û amade be bo bazara kar. Divê jî ew kesa karê xwe normal birêve bibe herçend şiyana te ya kar sînorkirî be

Belkî gelek kes hebin ne xwedan şiyana kar bin û wê demê ew bi pêwîstiya mijûlbûneke hêja û bi wate bin, lê ev yeka bi xwe ne wezîfa yan karê me ye.

Berpirsa giştî ya Samhall bû, Birgitta Bylin. Li gor dîtina bêhtirînê karmendên daîreya kar yên beşdarî lêkolîna radiyo ya Swêdê bibûn û besiva pirsnameyan dan, ku Samhall gerek kargehên xwe bêhtir bikin û new an yek dû yekê bigirin.

Ji aliyê Samhall ve tên gotin ku daxwaz tuneye û ji ber wê jî beşin ji kargehên wan tên girtin. Diyare di warê îndustirî yê de tu daxwaz tunene bo karên Samhall wekî berê, ji ber vê yekê jî ji aliyê şirketa Samhall ve di demeke dirêj de nuha dixwazin karê îndustrî li pişt xwe bihêlin û bêhtir giraniyê deyînin ser warê xizmeta paqijiyê.

Di van pênc salên dawî de hejmara karmendên Samhall di kargehên wan bixwe de bi nêvî bûnin, îro her serê çar karmendî yek kar dike di kargehên Samhall de û yên mayî di warê paqijiyê de û karê xizmetî de kar dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".