Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Parlamana ciwanên ewrûpî li Stockholmê.

Hat weşandin torsdag 23 april 2009 kl 16.06

Nêzîka 300 ciwan ji 32 welatên ewrûpî civiyan li Stockholmê bo beşdarbûna wan di konferanseka nevneteweyî de ku hatibû saz kirin ji aliyê parlamana ciwanan ya ewrûpî ve û ya ne girêdayê tu aliyên siyasî ye. EUP.

Ev çalakî dê li dar be di deh rojan de, ji 17 heyvê de dest pêkiriye û berdewam e ta 26 nîsanê. Di vê konferansa dirêj de wê ciwanan bi rêya semîner û şîroveyên ber fireh de xwe bêhtir fêr bikin derbarê demokratîyê û pirsên girêdayê Ewrûpayê.

Fredrik Bauer, cêgirê birêvebira projeyê behs dike û dibêje bê çima ew bi vë projeyê mijûlê:

- Ez bi vê projeyê ve kar dikim ji ber ez dibînim ku siyaseta partiyan gelekî zuha ye. Ez dibînim jî ku gelek zehmet e mirov dîtinên xwe derbarê civakê bîne ziman bi rêya siyaseta partiyan de. Ji ber vê yekê ez dibînim ku parlamana ciwanan ya ewrûpî gelekî xweşe û ez karim ya dilê xwe bêjim bêyî ku mohrek li min bikeve.

Fredrik Bauer, cêgirê birêvebira projeyê bû.

Ev rêxistin di 1987 de dest bi çalakiyên xwe kir û salane nêzîka 20 000 ciwan çalak dike di. Vê carê nûnerên van ciwanan kombûnin li Stockholmê bo şîrove kirina pirsên siyasî yên mezin û yên girêdayê dema me ya îro û hem jî çareserkirinên baş bo wan peyda bikin. Wekî mînak şer û nakokiya li rojhilata navîn, serif kirina enerjiyê û kirîsa aborî.

Li gor sazûmandanêrê vê konferansê ev proje bi xwe awayekî konkrête bo rêber kirina ciwanan di şîrove û karê civakî de. Birêvebira vê projeyê Helya Hoshman vê projeyê dibîne weke îmkaneke giring ji ciwanan re, têde karin ji dîtinên xwe yên şexsî babetên giring şîrove bikin û rêzê ji dîtinên hev re bigirin:

- Bi dîtina min bi rêya vê projeyê mirov kare dîtinên xwe bi awayekî bêhempa diyar bike û em giringiya awayê nerîna navneteweyî jibîr nekin di vê yekê de.

Li vê derê ciwananên ji nêzîka 30 welat û çandên cuda civiyanin û li vê derê babetên aktuel şîrove dikin di jîngehekê têde rêz girtin heye ji dîtinên cuda re.

Birêvebira vê projeyê Helya Hoshman bû.

Ciwanên beşdarî vê konferansê dibin hatin pêşwazî kirin ji aliyê şahzadeya xwedana taca Swêdê Viktoria ve di Blå Hallen de li avahiya belediya Stockholmê. Di van deh rojên konferansê de dê ciwanên beşdar bi siyasetmedarên swêdî re rûnên û nûnerên îndustrî û bazirganiya swêdî re.

Lê gelo pirsên girêdayê yekîtiya ewrûpayê ku babeteke gelekî aktuele îro roj çend balkêşe ba ciwanên Swêdê?  Yek ji nûnerên swêdî yên beşdarî vê konferansê bûyê, Fredrik Frie ye û ew baweriyên xwe dibêje derbarê vê pirsê:

- Ez bawer nakim bi awayekî giştî ku balkêşiya ciwanên swêdî heye bo van pirsan, lê li vê derê di konferansê de balkêşiyeke xurt heye. Em îro dora deh ciwanên swêdî amade nin ji Göteborg û Stockholmê. Eger wisa nebaya îro ev ciwanan wê li di konferansê de amade nebana.

Fredrik Bauer, cêgirê birêvebira projeyê dibîne ku zaniyariyên ciwanan derbarê yekîtiya ewrûpayê gelekî kêmin û pêwîstî heye îro ku bêhtir ser vê pirsê kar bikin:

- Ciwanên swêdî gelekî serê xwe bi yekîtiya ewrûpayê ve naêşînin û balkêşiya wan tuneyê bo van pirsan. Ew zanin ku ev yekîtî heye, lê di heman dem de jî nizanin bê ev yekîtî çi dike û desthilatiya wê çend e. Bi dîtina min ev yeka bi tirse û divê em bêhtir ser kar bikin, yekîtiya ewrûpa hukim dike ser beşekî gelekî mezin ji qanûnên bingehîn yê swêdî.

Lê gelo ciwanên ji nuha de çalakdarin di vê projeyê de, dixwazin di pêştir de çi karî bikin û xwendên piştî vê projeyê çinin?

Elsa Hone Ranzion, yek ji nûnerên konferansê ye û ew dixwaze di pêştir de di yekîtiya neteweyên yekgirtî de kar bike:

- Ez bawer nakim hemû dixwazin di yekîtiya ewrûpayê de kar bikin, bawer dikim gelek dixwazin di rêxistinên navneteweyî de kar bikin, wekî mînak ez dixwazim di FN de kar bikim, yekîtiya netewyên yekgirtî.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".