Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şofêrên taksiyan dê jiyana milet biparêzin.

Hat weşandin fredag 24 april 2009 kl 16.26
Joakim Svendsen

Îro projeya hevkariya navbera nexweşxaneya Södersjukhuset li Stockholmê bi şofêrên teksiyan re û hem jî parêzgerê ewleyîyê bo kêmkirina mirina kesan dema dilê wan radiwest e.

Ev projeya yekemîn e bi vî awayî di warê xwe de. Joakim Svendsen yeke ji wan 150 şofêrên teksiyan yên henin û yên hatinin perwerde kirin di zaniyariyên girêdayê rizgarkirina dil û pişikê. Her şofêrekî ji wan jî divê defibrillatorekî wan hebe di teksiyê de, alaveke taybetî ye bo van rewşan bi xwe.

- Bi rastî gelekî hesan e. mirov qelpaxa wê vedike û pê li pişkoka On/Off dike, piştî wê ew bixwe dest pê dike û dibêje divê mirov çi bike.

Dema SOS alarmê dil rawestandina kesekî wer digirin li Stockholmê, ew larma tên şandin bo şirketa Taxi Stockholm û Securitas.

Ew şofêr û jiyanparêzê herî nêzîkî cih bi xwe larm bo wan tê û ji wan tên pirsîn eger ew karibin xwe bigihînin kesê nexweş. Û ew şofêrên bi teksiyên vala karin bajonin cihê bûyerê bo dest pê bikin bi xelaskirina jiyana kesê nexweş, bi alîkariya alava taybet ya di teksiyê de, defibrillator. Ev 180 jiyanperêz û şofêrên teksiyan hatinin perwerde kirin taybetî bo parastin û xilaskirina jiyana mirovan ji mirinê, bi parastina dil û pişikê, dê alîkarbin bi kêmkirina mirana mirovan di hundurê bajarê Stockholmê de.

- Ta ji me tê em karê xwe dikin ta doktorek yan jî ambulans bigihêje cih. Em kar dikin ta wê.

Joakim Svendsen, şofêrê teksiyê.

Lars Engerström, şefê doktoran e li SOS Alarm ya Swêdê û ew geşbîn li vê projeyê dinere:

- Baweriya ku kesê nexweş ji mirinê bifilite gelekî xurt dibe bi vê projeyê. Rewş bixwe wisa ye, her serê deqakê ku mirov dereng dimïne 10 % bawerî kêmtir dibe ku ew kesa xwe ji mirinê xilas bike, bi hemû hisên xwe. Îca mirov kare bêje ku ev proje dihêlê ku şansê ji mirin filitandinê bêhtir bibe ba yê nexweş, bêyî birîn û zererên dil bi awayekî biriyardar.

Lars Engström, şefê doktoran li SOS Alarm ya Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".