Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Destdirêjiya cinsî li Swêdê zêde ye.

Hat weşandin tisdag 28 april 2009 kl 16.02

Salane nêzîka 5000 rewşên destdirêjiya cinsî tên gilî kirin li Swêdê. Ev yeka dibe 46 gilîname ser her 100 000 şêniya û ev dibe hejmara herî bilind danberhev bi beşê mayî re di ewrûpayê de.

Ev agahdarî li gor lêkolîneke nû di yekîtiya ewrûpayê de, lêkolîner li 11 welatên endamê yektiya ewrûpayê nerînin, bi taybetî li hejmara rewşên destdirêjya cinsî li her welatekî ji wan. Hejmarên swêdî bi çar caran bêhtir derket danberhev bi welatên din re yên bakûrî, Elmaniya, Fransa û dora 20 caran bêhtir ji hejmarên welatên başûrê ewrûpayê û hem jî rojhilatê ewrûpayê.

Ev hejmarên gilîkirinê yên gelek yên rewşên destdirêjiya cinsî li Swêdê nahatinin texmîn kirin tenê ji ber li Swêdê diyare milet bi hesanîtir û zûtir giliyên xwe dikin di rewşên tecawiz kirinê de û hem jî ku milet gilî dikin di rewşên belkî ne gelkî cidî jî de.

Ev lêkolîna projeyeke yekîtiya ewrûpayê ye, ya hatiye birêvebirin ji aliyê London Metropolitan University û bi serokatiya profesor Liz Kelly.

Li gor wê sebebên hejmara zêde ne tenê ew e ku swêdî bêhtir gilî dikin di rewşên bi vî awayî de, lê rastiya ku gelek rewşên destdirêjiya cinsî her li Swêdê çêdibin û ew destê xwe beriya her tiştî bi bikar anîna gelek ya alkoholê ve dike nav ciwanên swêdî de. Ew yeka ku milet di temenekî zû de dest bi seks dikin, seksualîteya azad û mafê ku di rewşên taybetî de ku piçekî dereng nerazîbûna û nexwaziya keç ya ku tên diyar kirin, dihêlin ku hejmara rewşên destdirêjkirina cinsî bêhtir bibin.

Lotta Helström, serbijîşke li nexweşxaneya Södersjukhuset, beşê acil yê akutê bo jinên destdirêjiya cinsî bi serê wan de hatiye. Û ew dibêje ku çîrokeke gelekî ser wê re derbas bû ye ew e ku keçên genc dimînin piştî partyek yan ahangekê û dikevin rewşeke wisa de.

- Dereng dibe, mirov hildibijêre ku li wê derê raze û ne çe malê, belkî xwe li wan giran dibe ser sofeyê. Miorv radibe û dibîne ku kesek mirov nas dike lê tu peywendiyên cinsî bi wî re nebe, ser mirove û di hundurê mirov de ye. Ev bûyereke gelekî ser me de derbas bû ye. Ez bi xwe vê yekê dibînim hema hema her heftiyê.

Lotta Helström bû, serbijîşke li nexweşxaneya Södersjukhuset, beşê acil yê akutê bo jinên destdirêjiya cinsî bi serê wan de hatiye

Swêd û Engeltira xwedan bêhtirîn rewşên destdirêjiya cinsî ne, û ev welatana yên herî nebaşin di lêkolînên xwe de derbarê rewşên tewankar yên destdirêjiya cinsî. Tenê 13% ji rewşên hatinin gilî kirin û nivîsandin digihêjin asta ku doz li wan bên vekirin.  Ev yeka hiştiye nuha ku wezîra dadê ya Swêdê, Beatrice Ask dixwaze bi hûrî binere li qanûna tewana cinsî:

- Em bi pêwîstiya wê nin ku li qanûnê binerin bê çend bihesan e bo dadgehê ku qanûnê bikar bîne. Ji bilî wê jî belge û îsbatên ewle geleklî giringin. Me nuha ji navenda jinan li Uppsalayê xwestiye ku ew prînsîpna deynin bo tenduristiyê, bo ku ew zanibin karê herî durist çiye ji aliyê wan ve. Her kes ne xwedan zaniyariyên duristin derbarê bê dadgeh çi dixwazin zanibin û pêwîstiyên giring bo isbat kirinê çinin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".