Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek welat li balefira windabûyî digerin.

Hat weşandin tisdag 2 juni 2009 kl 16.38
Grupeke berazîlî li balefirê digerin

Hem balefir û hem jî gemî ji dora çar welatan nuha karekî gelekî mezin dikin di gerandina wan de dû balfira firansî ya wenda bû di nîva deryaya Atlnten de, dema birêve bû ji Barazîl bo bo Firansayê.

Lê diyar hêvî bi carekê re tuneye ku kesek sax peyda bikin ji wan 228 kesên swarî vê balafirê bûbûn. Ta nuha hîna kes nizane bê hoyên wenda bûna vê balefirê çinin, lê texmîna herî mezin ew e ku belkî birûsk li balfirê ketibe û hemû peywendî bi wê re wenda kiribe, lê li hêla din bisporên firansî henin yên baweriyên xwe girê nadin bi wê ku birûsk li balefirê ketibe ü bûbe hoya ketina wê di deryayê de. Yek ji wan Frédéric Beniada ye:

- Lêdana birûskê ronî kirine gelekî cidî ye, lê tenê birûsk nikare sedema ketina balefirekê be. Birûsk kare beşên ji sîstêmên balefirê bişkîne, lê tenê birûsk tuvcarî beriya nuha balefir nexistinin. Çend faktorên din pêwîstin bo ku balefirek bikeve.

We guhdariya bisporekî balefiran yê firansa kir, Frédéric Beniada. Balefir bixwe yek ji wan eyên gelekî tên bi kar anîn yên şirketa air France, ya bi navê Airbus 330, û tên bi kar anîn jî ji aliyê gelek şirketên din jî di temamê cîhanê û yek ji wan yên tên lênerîn weke balefireke gelekî ewle.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".