Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rayên giştî texmînên xwe dibêjin.

Hat weşandin fredag 5 juni 2009 kl 16.15

Du roj manin bo hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê, roja yekşemê. Û debatên herî dawî yek bi dû yekê de tên li dar ketin. Diyare her kanalek û debat û mêvanên xwe yên taybetî henin.

Namzedên herî mezin yên partiyên swêdî bersiva pirsiyarên temaşavanan dan yên cuda. Bêhtirînê şîroveyan derbarê fayil belavkirinê bûn, encamên hukmê Laval, jîngeh û her weha miaşên parlamenteran. Li gor lêkolînên raya giştî yên herî dawî, eşkere ye ku partiya çeteyên înternetê gelekî biserketinin û di bin xwedan wezîfeyekê di parlamana yekîtiya ewrûpayê de.

Di pîvanên synovates de yên ber bi hilbijartinê de, hem partiya moderatan û hem jî partiya socialdemokratan gelek ji dengên xwe wenda kirinin. Partiya social demokratan nuha 26,2 % wergirtiye danberhev bi berê re, dema xwedan 30, 3 % bûn. Û moderatan 22,0 % werdigire danberhev bi 26,3 % di pîvanên beriya ya dawî de. Ev lêkolînên herî dawî di rojnameya Dagens Nyheter de hatine çap kirin.

Patiya çep jî gelek deng wenda kirinin û partiyên li gor van pîvanan bi pêşve çûnin, partiya gel e û partiya jîngehê ye. û bo junîlistan diyare rewşa wan ber bi xirabtir de diçe û nuha rîsk peyda dibe ku ji parlamana ewrûpayê bên derxistin piştî hilbijartinên roja yekşemê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".