Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaberên ciwan wenda dibin.

Hat weşandin onsdag 10 juni 2009 kl 15.49

Bêhtir û bêhtir penaberên genc yên tên bo Swêdê bi serê xwe, bê şop wenda dibin ji sîstêmên wergirtinê yên saziya koç û hem jî ji yên belediyan.

Di hudurê vê salê de 62 ciwan wenda bûnin bê ronî kirin û ji sala 2006 de 280 ciwanên bi serê xwe hatinin bo swêdê bê şop in. Monica Brendler Lindqvist, terapevt e li rêxistina Röda korset, xaçê sor û ew dibêje ku wendabûna van penaberên genc yên bi serê xwe tên Swêdê kare ji ber wê be ku daxwaznameyên wan yê penaberiyê tên red kirin û dikevin tirsê de ku vegerin welatên xwe.

- Ew nikarin hizra vegerê bikin, gelekî ditirsin ji vê yekê. Ew her bi çi awayî be dixwazin xwe xilas bikin ji vegerê û mecbûr dibin ku xwe wenda bikin û veşêrin.

Monica Brendler Lindqvist bû, terapevt li rêxistina Röda korset, xaçê sor. Tên bawer kirin jî ku ev ciwan xwe mijûl dikin li Swêdê bi karên mîna paqijîyê, firax şûştinê, karê derengê şevê di xwaringehan de. Û bêhtirînê caran yan li ba hevalan dijîn yan jî ba merivan û carina jî tên avêtin ser cadeyan.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".