Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dema sirê bo lênerîna tenduristiyê li Swêdê kurtir dibe.

Hat weşandin onsdag 10 juni 2009 kl 15.51

Danberhev bi payîzê re hejmarên kesên dikevin sireke dirêj de bo lênerîna tenduristiyê danberhev bi sozên ji wan re hatinin dan, binîvê bûnin, ev li gor raporeke hukûmetê.

Di payîzê de hukûmet yek miliyar kiron dan wan mecilisên wîlayetan yên bi serketin bi kurtkirina demên sirên xwe. Mercên ser wan ew bûn ku bikêmanî heşt ji deh nexweşan divê bi doktorên bisporî re rûnên di hundurê sê heyvan de, yan jî ji wan re hatibe plan kirin ku di sê heyvên din de lênerîneke tendursitiya ya bisporî wergirin.

Wezîrê civakî Göran Hägglund ronî dike bê di kîjan wîlayetan de ev pêşketin li dar ketiye:

- Çendek ji wîlayetên herî biserketî ji vî alî ve, Kalmar e, Jönköping, Kronoberg û Halland e. Diyar e ku li başûrê Swêdê wekî rêzekê çêbûye nav wîlayetan de yên bi armanceke xurt kar kirin û ji ber wê jî encamên diyarkirî dibînin nuha.

We guhdariya wezîrê civakî yê Swêdê kir, Göran Hägglund.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".