Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd piştgîriya xebata dijî zoriya hember zarokan dike.

Hat weşandin måndag 6 juli 2009 kl 16.24

Swêd piştgîriya nûnera nû dike ya neteweyên yekgirtî bo xebata dijï zoriya hember zarokan, huqûqzan Marta Santos Pais, ya nuha li Swêdê ye.

Swêd alîkariya aborî ya yekem da bi sê miliyon kron bo karê wan, ev yeka li gor agahdariyeke çapemenî ya wezareta karûbarên derve nivîsandiye. Gunilla Carlsson wezîra alîkariyê di agahdariyeke çapemenî de wisa dinivîsîne derbarê vê yekê:

- Rojan e zorî li zarokan tên kirin, heçend 20 sal derbas bûne ser qebûlkirina peymana neteweyên yekgirtî ya derbarê mafên zarokan. Em bixêrhatinê li Marta Santos Pais dikin di rola wê ya nû de em gelekî kêfxweşin bi seredana wê bo Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".