Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Nexweşên ji derveyê welat pir dibin di nexweşxaneyên Swêdê de.

Hat weşandin måndag 6 juli 2009 kl 16.30

Turistên tenduristi yên ta nuha hatinin Swêdê bêhtirin ji swêdîyên daxwaza lênerîna tenduristiyê ya plankirî dikin li derveyê welat. Lêkolîn û statîstîk derbarê vê yekê tune ne, lê tenê di hundurê herêma Stockholmê de mecilisê wîlayetê bêhtir ji 450 nexweşî wergirt sala par.

Hemû mecilisên wîlayetê mezin beşên taybetî saz kirinin îro bo wergirtina nexweşên tên ji derveyê welat û kar danin simsarên tenduristiyê yên digerin li nexweşan li derveyê welat bo derman kirina wan li Swêdê. Susanne Svahn, şefa kar e li Uppsala Care, beşê navneteweyî yê nexweşxaneya akademîk.

- Pirbûneke zêde li dar ketiye ji be wê ku xelik li internetê dinerin û digerin li baştirîn warê tenduristî û derman kirinê di cîhanê de, ne tenê lênerîna tenduristiyê ya bingehîn, ji ber di wî warî de me hîna sirên dirêj henin.

Sussanne Svahn derbarê vê yekê dixwaze eşkere be û dibêje ku ew karin misoger bin ku cihê swêdïyan ji wan nastînin, yan na dê nikarîbana vî karî bi rê ve bibin û nexweşan ji derveyê welat bînin bo Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".