Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civîna wezîran li Jönköping ê giranî danî ser antîbîotîka ya bê encam.

Hat weşandin tisdag 7 juli 2009 kl 15.59

Di roja yekem de ya civîna wezîrên tenduristiyê yê yekîtiya ewrûpayê li bajarê Jönköping, hate tesbît kirin ku em îro roj dijîn nav vîrus û baktêriyên em êdî nikarin xwe li ber wan ragirin û çareyeke biserketî ji wan re bibînin. Înfluensa A yek ji wan e.

Wezîrên beşdar ecêbmayî man ji ber wêneyên lêkolîner Otto Cars nîşanî wan dan, ew profîsor e di warê nexweşiyên pêketinê de li zanîngeha Uppsala yê. Ew di rapora xwe de dixwaze bêje ku rewş bêhêvî ye nuha, dema vîrus û baktêriya binyatê xwe diguherin û xwe belav dikin di temamê cîhanê de pandemiyek saz dibe.

- Rewş gelekî tarîk diyarî. Min bawer nedikir ez dê li vê derê bima beriya pênc salan, yan ez pêşbîniyekê bi vî awayî çêbikim. Diyar e zûtir derbas dibe ji wê ya mirov bawer dike. Ez bawer dikim me gelek dem wenda kiriye, me gelekî balkêşî nedaye vê yekê bi taybetî ne ser asta siyasî.   

Otto Cars dibêje ku ya herî giring nuha ew e ku em dermanên nû çêbikin û em wan baş biparêzin, ne wekî ya me kir bi antîbîotîkaya kevin. Diyare dem li me teng dibe û divê em çareserkirinên baş di zûtirîn dem de peyda bikin.

Nuha jî siyasetmedarên yekîtiya ewrûpayê dixwazin stratêjiya xwe biguherin û dest bi hevkariyê bikin bo ku amadebûna xwe baştir bikin hember înfluensa A û nexweşiyên din yên pêşerojê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".