Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Înfluensaya nû ya beraz geheşte 100 swêdîyan.

Hat weşandin tisdag 7 juli 2009 kl 16.01

Ta nuha hatiye ragihandin ku 100 rewşên nexweşiya înfluensaya bi navê înfluensaya nû ya berazan peyde bûye li Swêdê. Ji wan kesên bi enfluensayê ketinin 27 di hundurê sînorên Swêdê bi wê ketinin û yên din li derveyê welat bi vîrusa nexweşiyê ketinin. Ev li gor lêkolîna ku înstîtua parastina pêketinê çê kiriye.

Nîvê hejmara kesên bi înfluensaya nû ya beraz ketinin ji herêma Stockholmê nin, 16 yên din ji Västra Götalandê nin û ji bilî wan 16 yên ji Skåne nin. Di herêmên din de jî wekî li Uppsalayê, Östergötland, Gävleborg, Sörmland, Dalarna û li Gotlandê jî çend rewşên vê nexweşiyê hatinin peyda kirin.

Lê herçend hejmara kesên bi nexweşiyê ketinin giheştiye 100 jî her dîsan jî lê nayên nerîn ku gelekî belav bûye di hundurê Swêdê de, û mohra pandemi li wê ne bûye ji aliyê WHO de. Welatên di hundirê sînorên ewrûpayê de yên ev înfluensa gelekî lê hatiye belav kirin ta nuha, Brîtaniya ye, lê wê derê dora 7 500 kes bi nexweşiyê ketinin û ta nuha sê kes ji ber wê mirinin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".