Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bikaranîna alkoholê û tenduristî du babetên giringin di civîna Jönköpingê de.

Hat weşandin onsdag 8 juli 2009 kl 16.31

Civîna wezîrên tenduristiyê yê yekîtiya ewrûpayê li Jönköping berdewam e bi roja xwe ya duem. Du babetên herî giring di civîna roja duem de babetên germ bûn bo siyasetmedarên ewrûpî. Ya yekem bikaranîna alkoholê bû û tenduristî bû û ya duem imkanên nexweşan bo wergirtina lênerîna tendursitiyê di welatên din de di hundurê yekîtiya ewrûpayê de.

Komîsiyona yekîtiya ewrûpayê pêşniyarek pêşkêş kirin sala par bo dîrektîvê derbarê bê çawa nexweş dê daxwaza lênerîna tendursitiyê bikin li welatên din yên endamê yekîtiy ewrûpayê.

Serokatiya Swêdê bo yekîtiyê dixwaz e bigihêje peymaneke siyasî derbarê vê mijarê di encûmena wezîran de di heyva desember ya duanzdan de. Lê diyar e çend cudabûn henin derbarê vê yekê nav welatên ewrûpî de, wekî nimûne Spaniya ya herî dijî vê pêşniyarê ye ya derbarê tevgereke ber firehtir di hudurê yekîtiyê de bo nexweşan. Li gor wezîrê tendursitiyê yê spanî ew dixwazin sîtema xwe biparêzin ya bêpere ye bo nexweşan û hatiye ava kirin ser bingehê wekheviyê.

Lê wzîrê civakî yê Swêdê Göran Hägglund, her dîsan jî dibîne ku şîrove ya derbarê vê yekê erênî ye, herçend çend pêwîstî heye çend girêk bên çareser kirin beriya ku ev projeya cihê xwe wergire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".