Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Armencên civîna G8 bo jîngehê ne zêde bi hêzin.

Hat weşandin torsdag 9 juli 2009 kl 17.34

Welatên îndustriyal yên endamên grûpa G8 li hev kirin doh derbarê ku gerimkirina avûhewayê ya global gerek bên rawestandin bo ku ser asta du dereceyan nekeve. Bo ev armanc bi cih bibe divê ku berdana bermayîya gazên xaniyên şûşeyî bên nîvcî kirin.

Welatên îndustriyal mecbûr dibin ku berdanên xwe yên bermayîyê bi gelekî kêmtir bikin. Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt vê yekê dibîne wekî gaveke gelekî giring di pêvejoyê de:

- Encamên nivîskî derbarê vê yekê heye nuha ya têde ev yeka hatiye nivîsandin. Ez dixwazim bi taybetî diyar bikim bê ev yek çend giring e, ji ber ku ew yê dibêje em gerek bi awayekî global sînoran deyînin bo berdana bermayîyê bo rawestandina germ kirinê ser asta du dereceyan, di rastiyê dixwaz e beşên herî pêşketî di cîhanê de û hem jî welatên îndustriyal divê bi hev re karekî mezin bikin. Ev beşekî gelekî giring e bo em xwe bigihînin Köpenhamn ê.

Welatên herî dewlemendên cîhanê li hev kirin li Romayê ku ta sala 2050 divê berdanên xwe yê bermayîyê bi 50 % daxînin. Johan Rockström profesor e di warê bikaranîna deramtên xwezayî di malê de, li zanîngeha Stockholmê kar dike û şefê şirketa Stockholm Environment Institute  e û ew dibêje kêmkirin bi vî awayî, 50 % , hîna jî kêm e û têrê nake.

- Hemû zaniyarî, zaniyariyên ji wan tên bawer kirin nîşan didin ku ev yeka ne bes e, em divê bigihînin 100 % . Eger em kar ser wê bikin û berdanên xwe yên bermayîyê bigihînin bi nêvî kirinê ta 2050 ê, em dê wê demê her germbûnekê bibînin bi gelekî bi ser 3 dereceyan re ji germbûnê. Bi vî awayî mirov kare bêje ku G8 di warê danîna armancên xwe de ne biserketî nin.

Biriyara herî dawî derbarê armacên hewa û jîngehê dê di konferensa avûhewayê de bên wergirtin li Köpenhamn di vê payîzê de. Bo Swêdê û welatên din yên îndustriyal ev yeka ji wan re tê bi wateya ku divê berdanên xwe yê bêmayî kêm bikin bi 80 %. Johan Rockström dîsan jî bawer dike ku armancên avûhewayê dê bibe kêşehêzeke erênî bo siyaseteke avûhewayê ya pêşketinxwaz ser asta welatî.

- Bo Swêdê û welatên din yên ewrûpî dê ev yeka bibe dexteke erênî bo perexistina gelekî waran de yên îro roj gelekî gazên xaniyên şûşeyî berdidin.

Ev yeka tê bi maneya ku em divê bêhtir teşwîqkirinê bikar bînin û hem baceyan bo ku bazara berdana bêmayîyê bi pêşve bibin ji siyaren kar dikin ser benzînê, ji girêdana me bi bikaranîna çavkaniyên enerjiya fosîl di temamê civakê de. Fona bi navê xwazayiya cîhanî dinirxîne ku pêkanîna armancên G8 di welatên pêşketî yê îndustriyal de dê ser wan mersrefeke giran be, bi dora 160 miliyar dolar salan e. Stefan Henningson, şefê avûhewayê yê fona xwezayîya cîhanî li Swêdê, rexneyên xwe dike li G8 , bi taybetî derbarê dana demê û perspektîva bi wê ve girêdayî ye.

- Mixabin e lê G8 biserneket bi awayekî temamî ji aliyê tevgereke zû de. Tevgera wan daniye ta sala 2020 ya ew ser diaxivin, ev 10 salên li pêşiya me.

Wê welatên îndustriyal çi bikin derbarê kêm kirina berdanên xwe yê bêmayîyê? Ew welatin yên bêhtir xwedan berpirsiyarî nin di vê pirsê de, ew in yên bêhtir bêmayîyê ber didin. Tiştek nehatiye meydanê derbarê rewşa îro, û ya bi taybetî di dema nuha de ya ku serokên G8 yên berpirsên siyasî nin derbarê wê. Gava mayî ew e ku welatên din wekî Çîn, Hindê û Berazîliyayê qani bikin ku ew jî xwe bi welatên girêdayê G8 ve girêdin derbarë van armancan.

Johan Rockström bawer nake ku dê bi vî awayî be:

- Wekî nuha rewş diyar dike, ne zêde erênî ye û ronak e. Wê du gavên gelekî giring pêwîst bin yên ta nuha ne di cihê xwe de nin. Gava yekem ew e ku welatên mezin yên îndustriyal ser bingehekî baş ji welatên dewlemend yên cîhanê û yên sedemên serekînin bo astengiyên avûhewayê yên nuha li darin, bixwazin ku ne tenê xwe bi vê peymanê ve girê bidin û berdanên bêmayîyê gelekî kêm bikin, divê her weha jî nîşan bidin ku bi rastî dest bi vî karî jî kirinin.

Em zanin ku berdanên bîmayîyê bêhtir û bêhtir bûye di 10 salên dawî de. Gelek îsbat henin hember welatên dewlemend, yên gerek dest pëbikin û berdanên xwe kêmtir bikin. G8 hatiye pêkhatin ji gelek welatan, wekî USA, Rûsiya, Japan, Fransa, Brîtaniya, Almaniya, Italiya û Kanada. Ew her salê carekê dicivin bo ku astengiyën global şîrove bikin. Di salên dawî de welatên G5 xwe bi wan ve girê danin. Wekî Çîn, Berazïl, Hind, Meksîk û Başûrêafrîqiyayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".