Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gothia cup dest pê dike îro li Göteborg.

Hat weşandin måndag 13 juli 2009 kl 16.15

Îro 35 emîn tûrneya fotbolê ya binavê Gothia cup li bajarê Göteborg dest pê dike. Nêzîka 34 000 ciwanên fotbolê dilîzin ji 63 welatan civiabûn li Göteborg.

Ji ber ku gelek ciwan ji gelek welatan civianin dê rîskeke hebe bo belavkirina îfluensaya nû, yan bi navê înfluensaya beraz, Anna Söderström vê yekê dibêje, ew bixwe doktora parastina nexweşiyên pêvedanê ye.

- Gelek ciwan tên vê derê û gelek ji wan ji welatan tên tê de înfluensa hatiye belav kirin bêhtir ji belav kirina wê li Swêdê. Plana me ew e ku ev pêşberka bi baştirîn awa birêve here û ku em vê nexweşiyê belav nekin nav beşdarên pê neketibin, eger kesek hatibe vê derê û nexweş be bi înfluensa ya nû, înfluensa beraz.

Doktora parastina nexweşiyên pêvedanê bû, Anna Söderström, ya beşdarbû di amade kirina planeke amadeyî bo Gothia cup. Ev plana jî hatiye ava kirin ser bingehê ku leîstikvanên hest dikin bi sistbûnekê di laşên xwe de herin û li xwe binerin eger nexweş bin yan na, ev testkirin dê taybetî bû înfluensa ya nû. Li wan dibistanên ev leîstikvanên fotbolê li wan dijîn dê odên taybetî hebin bo wan kesên belkî nexweşbin bo ku karibin ji ciwanên ne nexweş cihê bibin.

Tiştê nû vê salê di tûrnêya fotbolê de, Gothia cup li Göteborg, tîmeke îraqî bo cara yekem di 20 salan de beşdar dibin vê salê. Cara dawî tîmek ji îraqê beşdarî Gothia cup bû sala 1987 bû. Tîma beşdar dibe vê salê ji kurên 16 salî pêk hatiye û tîm bi xwe ji Bagdadê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".