Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bazara kar deriyên xwe venake bo ciwanan.

Hat weşandin tisdag 14 juli 2009 kl 16.20

Li gor Arbetsförmedlingen, dîreya kar, bêkarî bêhtir bûye nav ciwanan de. Di heyva şeşan nêzîka 48 000 kes navbera temenê 18 û 24 saliyê de hatin nivîsandin wekî bêkar ba daîreya kar, ev yeka bi du caran e danberhev bi hejmarên heman heyvê re sala par.

Sandra Nyberg Elmér ji Valla li derveyê bajarê Katrineholm, beriya çendekê lîse temam kir û ta karîbû li kar geriya:

- Min daxwaz hemû kara kir, beriya her tiştî di van herêmên nêzîkî de, lê hem jî daxwaza kar kir li bajarên din wekî nimûne li Norrköping. Min daxwaznameyên xwe şandin bo dukanên xwarinê wekî Netto û deverên din jî. Mirov li her deverê digere.

We guhdariya Sandra Nyberg Elmér kir ya biserket û karekî praktîk bo xwe peyda kir li şirketeke belavkirina rojnameyan.

Yên herî bêhtir bandor li wan bûye yên ciwanin û yên bi taybetî lîseya xwe bi dawî neanîbin. Rewş bo ciwanên ne xwedan perwerdeyeke bilind bin xirabtir e li Swêdê danberhev bi welatên din re li Ewrûpayê. Ev li gor lêkolînên hatinin çêkirin ji aliyê endustrî û baziraganiya Swêdê ve. Ev lêkolîn nîşan dide ku bêkarî nav ciwanên xwedan perwerdeyeke kêm de çar car bêhtir e ji rewşa heman grûpê li Danmark ê.

Şefê aborî yê endustrî û bazirganiya Swêdê, Stefan Fölster, dibîne ku mirov divê li ronî kirina vê astengiyê bigere nav wan rewşên taybetî de yên peyda dibe li bazara kar ya swêdî.

- Ew astengîyên henin di bazara kar ya swêdî de bo ciwanan miaşên destpêkî yên bilindin, parastina kargeriyê ye ya gelekî hişk bo kesên xwedan kardariyên daîm in û tunebûna perwerdeyên warê kar bi awayekî berfireh de û hem jî sîstema fêrbûnê bi xwe. Ev hemû dibin bi bandorên gerlekî xurt ser ciwanên notên lîseyê wernegirtibin.

Stefan Fölster dibêje jî ku xeterek heye ku ev grûpa ciwanan yên bi ser neketibin di xwendina xwe ya lîseyê de, tucarî belekî derbasî bazara kar nebin.

Miaşekî kêmtir bo ciwanan wê bêhtir rêyên kar vekiribana bo ciwanên bêhtir li gor Stefan Fölster :

- Ya mirov dê beriya her tiştî giraniyê deîne ser ew ku bêhtir ciwan derbasî bazara kar bibin bi miaşên kêmtir, û paşî miaşên xwe bilindtir bikin û pêşve bibin bi gavên pêşketina karê wan re û serpêhatiyên karên xwe. Ev yeka me ne mumkin kiriye li Swêdê îro roj, me xwedanên kar mecbûr kirinin ku kar bide karkeran lê bo demeke sînor kirî. Ji ber ku ew dikevin tirsê de û nikarin karê daîmî bidin karkerên xwe.

Encam dibe ew ku gelek kes di grûpên mezin de dimînin di karên bo demeke sînor kirî de û bê hêvî dibin ku carekê bo xwe zanebûneke bi bingehekî dursit saz bikin li karên xwe.

We guhdariya Stefan Fölster kir, şefê aborî yê endustrî û bazirganiya Swêdê.

Ku gelek ciwan bêkarin ne bûyereke nû ye, lê ya balkêş ew e ku vê salê rekora tên şikandin, dora 30 % ji ciwanan bêkarin. Bêkariya gelek hêdî hêdî dest pêkir ji salên 2005 de. Li gor vê statîstîkê, rewş derbarê ciwanên navbera 15 ta 24 saliyê nin yên diçar hefteyên dawî de daxwaza kar kirinin, ji sala 2007 de hem xwendevanên dixwînin jî di nav vê grûpê de nin. Ji bilî ku bêkarî bi awayekî giştî bilind e, di mehên heavînê de bêkariya ciwanan pirtir dibe. Rewşa peydekirina karên havînê di vê salê de ne zêde baş bû danberhev bi havînên derbasbûyî re. Diyare hem beledî û hem jî şirket hewil didin pera deynin ser hev.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".