Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mezintirîn kampaniyaya vaksînê dê bên birêve birin.

Hat weşandin torsdag 16 juli 2009 kl 15.49

Li her deverên Swêdê mecilisên wîlayatan xwe amade dikin bo mezintirîn kampaniya yê vaksînê.

Bo Svenungsson, cêgirê dorktorê parastina vegirtinê ye li mecilisê wîlayeta herêma Stockholmê, ew dibêje ku diyare lênerîna tendursitiyê dê peywendiya yekser bi her kesî re daneîne.

- Ez bawer dikim bang kirina her kesî dê bi zehmet be, helbetê ew imkan heye ku peywendî bi millet re bên danîn bi rêya nameyan de. Lê em dê giraniyê deynin ser kampaniyake mişt agahdarî di vê payîzê de hem di çapemeniyê de bi giştî û hem jî di agahdariyên me bi xwe de yê girêdayê ware tenduristiyê. Ev yeka tenê bo ku em millet hişiyarî vê nexweşiyê bikin.

Bo Svenungsson bi hêviye ku dema ew 18 miliyon dozeyên vaksînan yên hatinin siparîş dan bên şandain di payîzê de, imakan ji gelek kesan re vebe ku herin û derziyên vaksînê wergirin.

- Mirov ne tenê xwe bi vî awayî di parêze, lê mirov hem kesên li dora xwe jî diparêz e dema mirov vaksîna dijî înfluensaya beraz li xwe dixîn e. Ji ber ku wergirtina vaksînê dihêle ku berfirehbûna belav kirina nexweşiyê di civakê de kêmtir bibe.

Kesên tendurist û ser 18 saliyê de bin dê gelekî li hêviya wergirtina vaksînê bimînin, ji ber grûpên bi rîska pêketina înfluensaya beraz wekî nimûne kesên nexweş, jinên bihemil û zarokên bin du saliyê de dê beriya kesên din vaksînê wergirin. Herçend zarokên bin du saliyê re di grûpên rîskê de nin, Bo Svenungsson ji mecilisê wîlayeta herêma Stockholmê pêwîstiyê nabîne ji taswasên dêûbavan re eger dem bên bi ser re here ta zarokên wan bên vaksîne kirin.

Bo Svenungsson careke din:

- Zarokên biçûk, zarokên pêşdibistanan û hem jî zarokên dibistanan di grûpên rîskê de nin ji ber ku wan li gelek madeyên vegirtinê rast nehatinin û bi vê yekê re riska ku ew bi înfluensaya beraz bikevin mezin e. Lê li hêla din eger ew ne nexweşbin bi nexweşiyên bingehîn, wê demê rîska ku ew bi înfluensayê bikevin ne zêde ye û ew dê bêguman xwe ji wê derbas bikin bi awayekî baş. Lê mirov zane jî ku zarokên zarokxaneyan gelekî zû nexweşiyan belav dikin û dibin rîskeke mezin bo vegirtinê, bêhtirînê caran zarok nêzîkî mirovên din in û bi vî awayî karin zûtir nexweşiyan belav bikin.

We guhdariya Bo Svenungsson kir, cêgirê dorktorê parastina vegirtinê li mecilisê wîlayeta herêma Stockholmê.  

Diyare ta hukûmet alîkariyên bêhtir nadin bo kome vaksînên dijî înfluensaya beraz. Ev agahdarî doh gehişt mecilisên wîlayetan bi rêya wezîra tenduristiya millet, Maria Larsson. Ev biriyar gelek rexneyên xurt saz kirinin îro ji aliyê mecilisên wîlayetan ve yên di rewşeke aborî ya xirab de nin.

Wekî nimûne kirîna vaksînê bo herêma Västra Götaland ê kare bigihêje 200 miliyon kron. Hemû mecilisên wîlayetên Swêdê ev vaksîn kirînin bo miletê xwe, lê diyare jî ta nuha hîna eşkere ne bûye eger wergirtina vaksîna dijî înfluensaya beraz dê bi belaş be yan bi pera be, û eger wisa be wê her derzî bi çiqasî be bo gel.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".