Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daxwaznameya Îslandê bo endametiya yekîtiya ewrûpayê digihêje destê Reinfeldt.

Hat weşandin fredag 17 juli 2009 kl 15.25

Fredrik Reinfeldt derbarê daxwaznameya Îslandê bo endametiya yekîtiya ewrûpayê geşbîn e. Nuha Swêd e ya dê li daxwaznameya Îslandê dinere bo endametiya wan di yekîtiya ewrûpayê de.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Rienfeldt vê sibê di daxwiyaniyekê de got ku ew geşbîne derbarê biyara wan û daxwaznameya wan derbarê endametiyê û got jî ku wê li daxwaznameyê bên nerîn li gor procedurê rûniştî yê encûmenê.

Bi marjînaleke kêm, 33 hember 28 dengan, hate dengdan di parlamana Îslandê de bo rê kirina daxwaznameya endametiya yekîtiya ewrûpayê.

Serokwezîrê welat Jóhanna Sigurdardóttir, bi hêviye ku daxwaznameya wan bigihêje dema wezîrên derveyê welat yê yekîtiya ewrûpayê bicivin li Brûksel heftiya bê. Eger yekîtî qebûl bike ji wan re wê demê divê dengdaneke milet bên li dar xistin li Îslandê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".