Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Di havînê de hejmara karmendên kar dikin di lênerîna psykiatriyê de kêmtir dibin.

Hat weşandin måndag 20 juli 2009 kl 16.10

Kêmkirina herî bêhtir di warê lênerîna vekirî de ye, lênerîna bêyî razana li nexweşxaneyê, hejmara karmendan li gelek deveran dê binêvî bibe. Ev kêmkirin jî dê gelekî bi bandor be bo nexweşên bi pêwîstiya lênerînê.

Torsten Kindström ji rêxistina Balans, rêxistina nexweş û merivan bo kesên bi nexweşiyên psîkolojîk, dibêje ku ev yeka dê gelekî bi bandor be û wê astengiya jî bi xwe re bîn e.

- Belê, rewş kare bifelaket be bo çend kesan. Gelek kesên bi rewşên psîkolojiyeke nazik di havînê de hest dikin bi streseke zêde, ji ber ku di hevînê de ji mirov tên xwestin ku mirov kêfxweş be û di rewşeke baş de be. Lê gelek kes dikevin rewşên xirab de.

Hejmarên karmendan ku kar dikin li klînîkên psîkiyatrîkê li Swêdê bi nêvî dibin di dema havînê de, 12 ji 14 mecilisên wîlaiyetên Swêdê yên bersiva pirsnameyan dan derbarê hêza kar di warê lênerîna psîkîyatrîkê de dibêjin ku hejmara karmendan kêmtir bûye di warê lênerîna vekirî de, Öppenvård, bi 30, 40 yan 50 % di nîva havînê de. Ev yeka dihêle ku rewşên herî giring beriya yên din bi rêve herin û di encamên dawî de sirên lênerîna tenduristiyê gelekî dirêj dibin.

Hoyên herî gelek bo kêmbûna karmendan ew ku gelekî bi zehmet peyda kirina kesên bi zaniyariyên munasib bo vî karî û ev yeka astengiyeke mezin e li gor Johan Björck, şefê çalakiyê li klînîkeke psîkîyatrîk li bajarê Jönköpingê.

- Bi rastî astengiyeke bo klînîka me û hem jî bo klînîkên din di welatî de, ku em karmendên perwerdekirî peyda bikin bo vî karî. Em vê yekê nuha çareser dikin bi rêya kêmkirina çalakiyên me û ta nuha em biserketinin ji vî alî de. Em bi rastî gerek kêfxweş bin bo vê yekê.

Elisabeth Pousette, seroka yekîtiyê li rêxistina nexweşan, Svenska OCD-förbundet Ananke, bo wan kesên bi sîndromên mecbûrî, dibêje ku di hundurê du hefteyan de gelek telefon ji wan re hatinin ji aliyê nexweşên bi pêwîstiya alîkariyê û yên dixwazin peywendiyê deynin bi kesê li wan dinerin:

- Miorv kare vê yekê di dengê wan de bibhîz e. Ew ne aramin. Gelekî mixabin e bi rastî, ji ber ku eger kesek bi pêwîstiya lênerînê be û hejmara karmendan ji nîşka ve bi nêvî bûbin, wê demê belkî kesê nexweş mecbûr bibe ku li hêviya lênerînê bimînin di 3 yan 4 hefteyan de. Ev yeka gelekî bi zehmet e.

Kêmkirina karmendan dê bêhtir di warê lênerîna vekirî de be, Öppenvården, lê diyare kêmkirina karmendan dê li dar be her di warê lênerîna girtî jî de, ya mecbûrî di nexweşxaneyê de. Ji wan 14 mecilisên wîlayetan yên ji wan hatin pirsîn, 43 %  dibêjin ku yek yan gelek beşên lênerîna girtî tên girtin di havînê de. Yên nexweş tên şandin bo beşên din yan jî tên derxistin ji nexweşxaneyan

Gelek şefên çalakiyan dixwazin bêjin ku herçend ev astengî henin jî her dîsan kar tên birêve bi awayekî durist di dema havînê de, û kesên bi pêwîstiya lênerîna acilin tên li wan nerîn. Lê Torsten Kindström ji rêxistina patient och anhörigföreningen Balans, rexneyên xwe dike li vê yekê û dibêje:

- Ew bawer dikin ku hemû kesên bi pêwîstiya lênerîna acil tên li wan nerîn, û ew bi xwe ne wilo ye. Ji aliyê çalakiyên kar ve diyar dibe ku gelekî baş bi rêve diçe, li statistîk û pêşnimûneyên rêxistinê xwe dinerin. Lê rastîya tê de dijîn ne statîstîk e.         

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".