Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şewatek li Rinkeby malbatek bi xwe re wenda kir.

Hat weşandin måndag 27 juli 2009 kl 15.30

Ji doh de xemgînî xwe belav kiriye li Rinkeby, li derveyê Stockholmê, ev yeka piştî şewateke hate li dar ketin şemiyê derengê şevê di avahiyeke mezin de tê de gelek malbatên bi zarok dijîn. Û wê şevê pênc zarok navber yek ta 16 salîyê de û dayika wan jiyana xwe wenda kirin dema hewildan ji ber duxanê birevin ser derencan.

Her şeş hatin peyda kirin dema tîma xilas kirin ketin hundur de, wan hewil dan jiyana wan rizgar bikin û hewildanên nefesdanê pêk anîn, lê diyar dereng bû bo wan pênc zarokan û dayika wan. Bavê vê malbat ji dilşikestî bû doh dema Radiyoya Swêdê û beşê navneteweyî bi wî axavî.

- Ez wekî mêrîkî ku malbeta xwe wenda kiriye hest dikim. Ez sipasiya milet dikim ku hestên min û xemgîniya min bi min re par kirinin û ez sipasiya xwedayê xwe dikim ji ber ev malbat da min û li xwe vegerand.

Gelek kes bi hev re civiyabûn doh êvarê ber deriyê avahiya şewat lê ra bûbû. Nasra Adam cîrana dayika wan pênc zarokan bû:

- Em rûniştî bûn ba min li malê û me qehwe vedixwar pênc deqa beriya bûyer li dar keve. Ez şaş mamim û hest dikim bi tevlîhevbûnekê. Ez bi rastî di şokê de mim.

Rexneyên xurt peyda dibin nav kesên li Rinkebyê de dijîn ji aliyê tîma rizgar/ xilas kirinê ve, ew dibînin ku xizmeta rizgar kirinê dereng man ta giheştin cihê bûyerê. Lê ji aliyê parastina şewatê ve ev yeka berevajî ye, ew dibêjin ku di zûtirîn dem de li cihê şewatê bûn. Ulf Erlandsson, lêkolînerê şewatê ye li dastgeha taybetî bo parastina û amadeyîya civakî de, û ew dibêje ku ne normal e şeş kes bimirin di yek û heman şewatê de û ya herî ne normal di rewşên wisa de ku zarok henin nav wan de.

- Bêhtirînê caran wisa ye ku yek yan du rewşên wisa li dar dikevin salan e, û ne bêhtir. Normal navbera 110 ta 120 kes jiyana xwe wenda dikin di şewtan de her sal, ji wan tenê çendikin yên di bin 18 saliyê de nin.

Ta nuha hîna ne diyar e bê hoyên şewata li Rinkeby çi bûn û  wê îro hem polîs û hem jî komîsiyona qexzayê dê derbasî xaniyê agir pêketibû bibin û lêkolînê birêve bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".