Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sê zarok birîndar bûn doh di dibistanekê de li Järfälla yê li derveyê Stockholmê.

Hat weşandin tisdag 25 augusti 2009 kl 15.43

Zarok xwe sipartibûn pencereyekê ku ji nivşeka de vebû û her sê zarok ji wê ketin xwarê bi nêzîka heşt ta deh metreyan ser hewşa dibistanê ve ya ji qîrê. Du ji wan zarokan bi cidî birîndar bûnin piştî vê bûyerê.

Îro dê daîreya jîngeha kar dest bi lêkolîna xwe bike derbarê ketina van sê zarokan ji pencereya dibistana Aspnässkolan li Järfälla yê. Zarokên ketin di temenê heft saliyê de bûn û nuha du ji wan, keçek û kurek li nexweşxaneyê nin ji ber lênerîna tenduristiya wan ya diyare gelekî rewşeke cidiye li beşê lênerîna întensîvê li nexweşxaneya zarokan ya Astrid Lindgren. Zaroka sêem, yê kur e, ew jî nuha li nexweşxaneyê ye, lê birînên wî sivikin.

Ev li gor daxuiyaniya îro beriya nîvro ji aliyê doktorê van zarokan ve hate belav kirin. Ta nuha jî hîna nediyare bê çima ev pencere ji ber xwe ve vebû, mûdîra dibistana Aspnässkolan li Järfälla yê, Ulla Fredricson wisa got duşemê piştî nîvroj:

- Sê zarok ji pencereyekê ketin ji qatê jorîn. Hertişt di çend saniyan de bû, li gor mamosteya behsa ketina zarokan dike. Nû zarok dersa xwe xials kiribûn û wê biçiwana malên xwe, û ev her sê zarok, li gor aghiyên mamosteyê, di ber pencerikê de rûniştî bûn û balîfek danîbûn pişta xwe. Em nikarin tiştekî bikin ji bilî kûr hizirkirinê bê eger wan xwe bi pencerê ve bi hêz dabûn û ji hêza zêde pencere vebûbû. Divê ku pencere asê kirî be, ez ser vî bingehî hizir dikim, lê ka em dê binerin bê lêkolîna dê li dar bikeve dê çi diyar bike. Çendek ji pencereyan bi destikin û hindek na, îca ez nikarim durist bersivê bidim bê pencere çawa vebû.

Mûdîra dibistana Aspnässkolan Ulla Fredricson, nikaribû bersivê bide di civîna çapemeniyê de bê eger li pencereyan bi giştî hatibû nerîn beriya dest pêkirina dibistanan yan na:

- Bila lêkolîna li dar e vê yekê diyar bike, ji ber ku beşekî mezin ji dibistanê girtî bû, lê çalakî di hemû lokalên dibistanê de nebûn dema lêhûrnerîna herî dawî di dibistanê hate çêkirin.

Mûdîra dibistana Aspnässkolan bû li Järfälla yê, Ulla Fredricson.   

Nuha lêkolîna teknîkî ya polîsan maye ku lê binerin bê birastî çi bû bi van zarokan re. Jörgen Karlsson şefê yekîneya polîsên herêmî ye li herêma bakûrê Stockholmê:

- Tawana me nuha heye ew ku bûn sedema birîndarkirina laş e û ew tên jimartin wekî tewaneke jîngeha karî.

Jörgen Karlsson bû, şefê yekîneya polîsên herêmî li herêma bakûrê Stockholmê. Björn Engström, peyivdarê çapamenî yê polîsan dibêje ku lêhûrnerîna teknîkî li dar e û doh piştî bûyera li dar ket li Aspnässkolan, lênerîna rewşên krîsê amade bû li cih bo ku alîkariya şagirt, merivên zarokan û mamosteyên şok kirî bike û polîs rêgirtinin li devera her sê lê ketin bo lêkolîna teknîkî bi rêve bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".